Tedawiya rojnamevan Aykol didome 2025-12-01 17:52:39   ENQERE - Tedawiya rojnamevan Huseyîn Aykol a li beşa çavdêriya awarte bi antîbiyotîkên nû didome.      Tedawiya rojnamevan Huseyîn Aykol ê di 14'ê Cotmehê de li mala xwe ya Enqereyê xwîn ket ser mêjiyê wî, li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê didome. Tedawiya Aykol ê ku piştî du emeliyatan enfeksiyonê xwe li pişika wî girt û sê caran xwîn ket ser mêjiyê wî, di beşa çavdêriya awarte de didome.   Hat hînkirin ku rewşa Aykol stabîl e.