Civaknas Griffin: Aştiya Tirk û Kurdan ji bo mirovahiyê jiyanî ye 2025-12-01 14:58:39 ENQERE - Civaknas-dîroknas Roger Griffin ku bi lêkolînên xwe yên têkildarî faşîzmê tê naskirin, diyar kir ku feraseta aştiyê ya di navbera Tirk û Kurdan de pêş dikeve ne tenê ji bo wan, ji bo tevahya cîhanê û mirovahiyê girîng e.    Civaknas û dîroknas Profesor Roger Griffin, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî, ji DEM Partiyê re peyama piştevaniyê şand. Griffin ku bi xebatên xwe yên têkildarî faşîzmê tê naskirin, got ku aştiya di navbera Tirk û Kurdan de, ji bo hemû gelên cîhanî jiyanî ye.    Griffin di peyama xwe de anî ziman ku hewceye piştgirî ji hemû kesên ji bo lihevkirina Tirk û Kurdan tevdigerin re bê dayin, bên pîrozkirin, cisaretê bidin wan û got: “Ji ber ku dîroka mirovahiyê ew bi lehengiyê û peywireke destanî peywirdar kiriye.”    Griffin, pergalên rêveberiyê yên cîhana modern rexne kir û got xwe li gorî netewe, etnîk, olî, zimanî, çandî, biyolojîk, erdnîgarî û îdeolojîk saz dikin û dinya bi tevger, siyasetmedar û lîderên çandî yên civakên xeyalî derdixin pêş tije bûye. Griffin, da zanîn ku ev kom cureyê xwe pîroz dikin û ev avadanî xerabiyê hildiberînin.    'JI BO MIROVAHIYÊ JIYANÎ YE’   Di berdewamê de Griffin, bi lêv kir ku pêşketina feraste û aştiyê ya di navbera gelên Tirk û Kurd û lîderên wan de ne tenê ji bo gelên wan lê ji bo Rojhilat Navîn, hemû civakên cîhanê, mirovahiyê jiyanî ye. Griffin, got ku ev hem îspateke ampîrîk e hem jî semboleke hêviyê dide ku hêj ji bo rizgariya ji karesatên civakî û xwezayî dem heye.    ‘DEMA HÊVIYÊ YE’   Griffin, got: “Lewma jî hewceye piştgirî ji hemû kesên ji bo lihevkirina Tirk û Kurdan tevdigerin re bê dayin, bên pîrozkirin, cisaretê bidin wan. Ji ber ku dîroka mirovahiyê ew bi lehengiyê û peywireke destanî peywirdar kiriye. Divê ev kes bizanin ku ne tenê ji bo hezkiriyên xwe, civakên xwe, dewlet û gelên xwe lê di heman demê de berpirsyartiya xwe ya li dijî hemû mirovahiyê bicih tînin. Dema wê ye ku mirovahî bêhna xwe bigire û hêviyê bike.”    ROGER GRIFFIIN KÎ YE?   Roger Griffin, di 31’ê Çileya 1948’an de ji dayik bû. Ingilîz e, dîroknasekî modern û teorîsyenê siyasetê ye. Bi xebatên xwe yên ser faşîzmê tê naskirin. Li Zanîngeha Oxford Brookesê weke profesor dixebite. Ji ber xebatên xwe yên zanistî, ji hêla gelek saziyan ve hatiye xelatkirin.