Cara sêyemîn xwîn çû ser mêjiyê rojnamevan Aykol 2025-11-27 15:54:07   ENQERE – Rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku di beşa çavdêriya awarte de dihate tedawîkirin, cara sêyemîn xwîn çû ser mêjêyê wî.    Rojnameger Huseyîn Aykol dema li mala xwe ya li Enqereyê, di 14’ê Cotmehê de xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Tedawiya Aykol a li vir didome. Piştî du emeliyatên hatin kirin, di sîhên Aykol de enfeksiyon derket û niha li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin. Hat zanîn ku Aykol careke din xwîn çûye ser mêjiyê wî. Bijîşkên Aykol got ku emliyat bi xeter e û bêyî emeliyatê dê rewşê bişopînin.   Xetereya li ser jiyana Aykol ê ku sê caran xwîn çûye ser mêjiyê wî didome.