Danişîna doza 3 rojnamevanên jin hat taloqkirin 2025-11-27 13:40:56 STENBOL - Danişîna doza der heqê rojnamevan Elfazî Toral, Sema Korkmaz û Edanur Baydoganê de hatibû vekirin, hat taloqkirin.    Der heqê nûçegîhana JINNEWS’ê Elfazî Toral, rojnamevan Sema Korkmaz û Edanur Baydoganê de bi hinceta “Li dijî qanûna meş û çalakiyan derketine" doz hatibû vekirin. Danişîna yekem a dozê li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giştî ya Edliya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Elfazî Toral û parêzerên wê tevlî danişînê bûn.    Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyê dest pê kir.    Rojnamevan Elfazî Toral di parastina xwe de wiha got: "Ez rojnameger im. Ez ji bo şopandina daxuyaniya çapemeniyê li qadê bûm. Nasnameya min a çapemeniyê hebû û kamera di destê min de bû. Polîs, mudaxaleyê çapemeniyê kir û piştre mudaxaleyê girseyê kir. Beriya çalakiyê hişyariyek nehat kirin. Min erişî polîsan nekir. Rexmê ku min got ez xebatkara çapemeniyê me, hatim binçavkirin. Di nav wesayîtê de ez hatim derbkirin. Tevî ku li ser laşê min şûna derbkirinê hebû, raporek nehat amadekirin."   Parêzer Sîdar Perçîn jî parastina Elfazî Toral kir û daxwaza beraetê kir.    Şandeya dadgehê biryara da ku Edanur Baydogan tevli danişînê bibe û danişîna din taloqê 14'ê Nîsana 2026'an kir.