Komîsyona Meclisê dê di 4’ê Kanûnê de bicive 2025-11-27 10:56:10 ENQERE - Serokatiya Meclisê di daxuyaniya xwe de ragihand ku dê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, di 4’ê Kanûnê de bicive.    Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya çareseriya pirgirêka Kurd de li Meclisê hat damezirandin, dê di 4’ê Kanûnê de saet di 14.00’an de civîna xwe ya 19’emîn li dar bixe. Serokatiya Meclisê têkildarî civînê di malpera xwe ya fermî de daxuyanî da û destnîşan kir ku dê di civînê de xebatên komîsyonê bên gotûbêjkirin.   Daxuyaniya Serokatiya Meclisê wiha ye: “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, dê di 4’ê Kanûna 2025’an de bi serokatiya Serokê TBMM’ê Nûman Kurtulmuş, saet di 14.00’an de li Hêwana Merasîmê ya Meclisê bicive.”