3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dest pê dike 2025-11-27 10:19:58   AMED - 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dê di navbera 7-14’ê Kanûnê de were lidarxistin. Di mihrîcanê de dê 84 fîlm bên pêşandan.    Bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzetoriya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê dê 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî were lidarxistin. Mihrîcan dê di navbera 7-14’ê Kanûnê de bi dirûşma “Dinya bi çîrokan tê ba hev” were lidarxistin û 84 fîlm dê werin pêşandan.    Li gel pêşandanên fîlman, her wiha dê di mihrîcanê de çalakiyên cuda jî bên lidarxistin. Her wiha dê masterclass, xebatên atolyeyê, gotûbêjên bi beşdariya derhêner û komên fîlman bên lidarxistin.    Di mihrîcanê de fîlmên neteweyî û navneteweyî yên hatine hilbijartin jî dê bên nîşandan. Her wiha ji bo piştevaniya bi senaryoya fîlmên Kurdî re dê 15 senaryoyên fîlman ji bo Fona Projeya Sînebîrê bikevin pêşbaziyê.    RÊWÎTIYA SÎNEMAYA KURDÎ   Fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlmên di nava 8 salên dawî di sînemaya Kurdî de derketin jî dê tê de cih bigirin. Di vê beşê de dê di heman demê de fîlmên Kurdî yên di mihrîcanên cuda de hatine pêşandan jî cih bigirin.    Di bin navê “Rêwîtiya Sînemaya Kurdî” de dê 16 fîlmên dirêj ên neteweyî, 7 belgefîlm û 13 kurtefîlm bikevin pêşbaziyê. Di vê beşê de her wiha dê bernameyên pêşandanê yên cuda jî cih bigirin.    SÎNEMAYA CÎHANÊ LI AMEDÊ YE   Yek ji aliyên din ê girîng ê mihrîcanê jî dê fîlmên ne bi Kurdî bin. Fîlmên serkeftî yên di sînemaya Tirkiye û cîhanê de jî dê bên pêşandan.    Di fîlmên navneteweyî de 10 fîlmên dirêj, 11 belgefîlm û 14 kurtefîlm dê bên pêşandan. Di vê beşê de her wiha dê bernameya masterclassê ya derhêner Kazim Oz a “Di sînemayê de derhênerî” û ya derhêner Touraj Aslanî ya “Ferqa di navbera nihêrtin û dîtinê de” bên lidarxistin. Li hêla din, dê bi beşdariya derhêner û komên fîlman gotûbêj bên lidarxistin.    PROJE DÊ BÊN XELATKIRIN   Jiğ bo piştevaniya bi pêşxistina sînemaya Kurdî re, ji bo teşwîqkirina nivîsandina senaryoyê dê 5 fîlmên dirêj, 5 belgefîlm û 5 kurtefîlmên ji bo Fona Projeya Sînebîrê hatine hilbijartin bikevin pêşbaziyê. Di dawiya mihrîcanê de ji her kategoriyê dê projeyek were xelatkirin.    FÎLMA EWIL    Mihrîcan dê pêşangeha “Ji Rê” dest pê bike. Di pêşangeha têkel a li ser serpêhatiya fîlmê “Rê (Yol)” ê Yilmaz Guney hatiye avakirin de dê cih bidin xebatên gelek hunermendên girîng.    Fîlmê ewil ê mihrîcanê jî dê belgefîlma “Kardeş Turkulerê” ya Çayan Demîrel û Ayşe Çetînbaş be.    XEBATÊN ATOLYEYÊ    Di çarçoveya mihrîcanê de dê 3 atolye bên lidarxistin. Sernavên atolyeyan ev in:    * Derhêner Arîn Înan Arslan/Sînemaya Kurdî: Kameraya bênavend a erdnîgariya jihev belavbûyî    * Hulya Ugur Tanriover / Vegotina çîrokên xwe ya bi zimanê xwe: Sînemaya jinan    * Ayşe Çetînbaş / Produktoriya belgefîlmên serbixwe    Di mihrîcanê de her wiha dê bi moderatoriya Evrîm Kayayê panela bi sernavê “Fanon 100 salî ye” were lidarxistin. Dilawer Zerat, Hakan Araş û Ezgî Duman dê weke axêver tev li bibin.    CIHÊN PÊŞANDANÊ   Li gel eywanên Navenda Kongreyê ya Çand Amedê, her wiha dê li Şanoya Bajar a Amedê û li eywanên sînemayê ya Ceylan AVM’ê bên nîşandan.