Li ser qetilkirina Tahîr Elçî re 10 sal derbas bûn: Wî mercên bê şer xeyal dikir 2025-11-27 09:09:43 AMED - Serokê Weqfa Tahîr Elçî Mahsûm Bati got: "Mercên bê pevçûn, bê şer, bê çek xeyala Tahîr Elçî bû. Ji bo pêkanîna vê yekê em amade ne ku berpirsiyariyê li xwe bigirin." Deh sal di ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re derbas bûn. Elçî, di 28'ê Mijdara 2015'an de, dema ku li navçeya Sûr a Amedê li ber Mînareya Çar Ling daxuyanî dida, hat qetilkirin. Tevî ku gelek rojnameger û komên foto-fîlmê yên emniyetê li wir bûn û dîmen dikişandin jî, kiryarên Elçî bêceza man. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê qetilkirina Elçî de lêpirsîneke xurt nekir û piştî têkoşîna Baroya Amedê û parêzerên doza Elçî, piştî 4 sal û nîvan îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de ji bo polîsên bi navê Mesut Sevgî, Fuat Tan û Sînan Tabur bi sûcê "bi zanebûn bûne sedema mirinê" ceza hat xwestin. 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di biryara xwe ya 12'ê Hezîrana 2024'an de bi îdiaya ku "delîlên têr û dûrî şik û gumanan tune ne ku bersûcan ev sûc kirine" biryara beraetê da. Biryara ji bo Dadgeha Îstînafê ve hat veguhezandin, ji aliyê 10'emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê ve hat redkirin. Parêzeran di 24'ê Çileyê de ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdan kirin. Lêkolîna AYM'yê ya li ser dosyeyê didome.   'DIGIHÎŞT HER DERÊ'   Serokê Weqfa Tahir Elçî Mahsûm Bati, pêşketinên di 10'emîn salvegera qetilkirina Elçî de nirxand û diyar kir ku wî Elçî di sala 1996'an de nas kiriye û li cem wî stajyerî kiriye û ev tişt got: "Dema ez stajyer bûm, ew bixwe jî parêzerekî ciwan bû. Pir bicoş bû, şopandina wî ya fikrî xurt bû û digihîşt her derê. Min wisa texmîn dikir ku ev rewş ji ber ciwaniya wî ye; lê her ku sal derbas bûn, ez têgihiştim ku karaktera wî bi xwe ev e. Her tim bi kelecana roja ewil nêzî meseleyan dibû. Bi saya şopandina xwe ya fikrî, gelek doz ronî kirin."   Bati rave ku Elçî alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên derveyî şer bû û wiha pê de çû: "Wî gelek caran anî ziman ku divê ev mesele bi rêbazeke derveyî pevçûn û tundiyê bê çareserkirin. Jixwe daxuyaniya wî ya herî dawî ya beriya wefata wî jî li ser vê yekê bû. Ew aramî û refaha civakê bi giştî difikirî, xeyala wî civakeke bêpevçûn û bextewer bû. Heke ne wisa bûya, ji bo berhemeke dîrokî nediçû wir û daxuyanî nedida. Ew mirovekî wisa bû ku bi awayekî giştî nêzî çand û dîroka Kurdan dibû."   Bati kêmasiyên di pêvajoya lêpirsîn û darizandinê ya piştî qetilkirina Elçî rêz kirin û bi bîr xist ku di dîmenên kameraya foto-fîlmê de 12 saniye kêm in, kabsûlên guleyan di dema qedexeya derketina derve de nehatine komkirin û hatiye îdiakirin ku kameraya ewlehiyê ya kargeheke ku cihê bûyerê didît xirab bûye. Bati diyar kir ku dozgeriyê di mijara berhevkirina delîlan de astengî derxistiye û delîl winda bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dozgeriya ku diviyabû kar bikira, karê xwe nekir. Li gorî Qanûna Muhakemeya Cezayê, hemû delîlan dozgerî kom dike. Dadgeh jî delîlên heyî nîqaş dike û li gorî wê biryarekî dide. Lê di dosya Tahir beg de, mîna hemû dosyeyên din ên kiryar nediyar, dozgeriyê di komkirina delîlan de pêk neanî."   MUDAXELEYA SIYASÎ YA DI DOSYEYÊ DE   Bati destnîşan kir ku di qonaxa darizandinê de wan xwestiye lêpirsîn were berfirehkirin û biryarek were dayîn, lê ev daxwaz nehatiye qebûlkirin û got ku delîlên dozgeriyê kom kirine ji bo ronîkirina dosyeyê têr nakin. Bati bi bîr xist ku dadgehê paşê dev ji guhdarîkirina serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu berdaye û got: "Ev ne tiştekî sosret e. Ji ber ku li gorî fikra me, mîna bi dehan dosyeyên kuştinên kiryar nediyar û înfazên bêdaraz ên ku Tahir beg dişopandin, di vê dosyeyê de jî mudaxeleyeke siyasî heye. Ji ber vê yelê derxistina holê ya vê jî tenê bi îradeyeke siyasî dibe. Nexwe tenê bi lêkolîneke dozgeriyê nabe. Lewra li hemberî we organîzasyoneke wisa heye ku delîlan vedişêre, tune dike û îmha dike. Ji ber vê yekê, pir zor xuya dike ku dozgerek bi tena serê xwe tevbigere û vê yekê ronî bike. Ev cinayetekî siyasî ye. Davutoglu jî li Amedê heman tişt gotibû 'ev cinayetekî siyasî ye'. Me jî wiha got: Madem cinayetekî siyasî ye; fermo, bila were vebêje. Ev cinayet çawa hat kirin, kê kir, agahiya wî heye ku gotineke wiha tîne ziman. Davutoglu heta îro daxuyaniyek nedaye. A rast, heke mirov rastiyê bibêje, siyasetmedarekî durust dikaribû vê bikira: Belkî dadgehê gazî wî nekiribe, lê wî dikaribû rastiye bûyerê aşkera bikira. Lê ya rast, ji bilî manîpulekirinê tiştek nekir."   Bati anî ziman ku piştî dosye bi encam bû, di nava mehek û nîvê de erêkirina wê ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve nîşaneya wê yekê ye ku tê xwestin dosye bêceza bimîne û di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Nexasim cinayetên siyasî û cinayetên kiryar nediyar bêceza tên hiştin. Niha dema mijar dibe parêzerekî Kurd, helbet ev faîl tên veşartin û bêceza tên hiştin. Em dikarin bibêjin dosyeya Tahir beg mînakeke klasîk a bêcezakirinê ye. Dozgerî ji bo li dijî daxwaza lêkolînê li ber xwe da ev yek jî nîşan dide ku ev tiştekî klasîk e."   'DIVÊ REWŞA BÊCEZAKIRINÊ JI HOLÊ RABE'   Bati bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha berdewam kir: "Heke di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gavek were avêtin, pêşî divê ev rewşa bêcezakirinê ji holê were rakirin. Bêyî ku ev rewşa bêcezakirinê rabe, pêkanîna aştiyeke mayînde mimkun xuya nake. Bi taybetî divê cinayetên kiryar nediyar bên ronîkirin. Di vî warî de em giringiyê didin komîsyonên heqîqetê. Divê ev komîsyon tavilê bên avakirin û dest bi xebatê bikin. Lewaa aştiya civakî ya mayînde tenê bi heqîqet, edalet û hevrûbûnê pêk tê. Ev mesele ne meseleyên hiqûqî yên rojane ne, meseleyên awarte ne. Meseleyên awarte bi hewldanên awarte çareser dibin. Ev kuştinên kiryar nediyar, înfazên bêdaraz û cinayetên siyasî encama meseleyekê ne. Hûn ê pêşî wê meseleyê çareser bikin. Paşê hûn ê encamên ku wê meseleyê derxistine holê, ji holê rakin. Di vê çarçoveyê de em giringiyê didin hevrûbûnê. Dayikên Şemiyê hîn jî li Qada Galatasarayê bi 10 kesan tiştekî dikin. Dev ji dîtina faîlan berdin, destûr nayê dayîn ku ew li faîlên xwe jî bigerin."   EW MERCÊN KU ELÇÎ XEYAL DIKIR   Bati diyar kir ku divê hikumet an jî aktorên din di vê mijarê de cesareta xwe xurt bikin û divê civaka sivîl roleke aktîf bilîze û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wek Weqfa Tahir Elçî, bi taybetî di mijara hevrûbûn, heqîqet û edaletê de em amade ne ku tişta dikeve ser milê me bikin. Li erdnîgariya Kurdan bidawîbûna tundî û şer, li gorî me gelek girîng e û em piştgiriyê didinê. Di vî warî de hem ji bo cesaretkirina desthilatê hem jî aktorên din, çi ji destê me tê em dikin. Lewra di encamê de ev meseleyeke cesaretê ye. Mercên bêpevçûn, bêşer û bêçek; ew mercên bû ku Tahir Elçî jî xeyal dikir bûn. Ji bo pêkanîna vê yekê em amade ne ku berpirsiyariyê li xwe bigirin."   MA / Rûkiye Payîz Adiguzel