DEM Partî dê 'pêvajoyê' bi konferanseke navneteweyî nîqaş bike 2025-11-26 11:20:10 ENQERE - DEM Partî dê di konferansa navneteweyî ya ku di 6-7'ê Kanûnê de di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li dar bixe, ezmûnên xwe yên li ser pevçûnan û çareseriyê nîqaş bike.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 6-7'ê Kanûnê de "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" li dar bixe. Konferans ku dê li Hola Konferansê ya Cem Karaca ya li Stenbolê bê lidarxistin, dê akademîsyen, siyasetmedar û nûnerên civaka sivîl ji çar aliyên cîhanê bîne cem hev da ku li ser çareserkirina pevçûnan nîqaş bikin. Koordînatorê Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Evren Çevîk diyar kir ku armanca konferansê ew e ku ezmûnên çareserkirina pevçûnên cîhanê li gorî pêvajoya li Tirkiyeyê biguncîne û wan bide ber nîqaşê. Çevîk diyar kir ku wan piştî pêşketinên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku salek e berdewam dike, biryar dane ku konferanseke navneteweyî li dar bixin.   Çevik girîngiya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê ji bo pêşveçûna pêvajoyê destnîşan kir û got: "Bi vê bangê re, înîsiyatîfeke çareseriyê hat pêşxistin û vê înîsiyatîfê hem di nav dewletê de û hem jî di nav civakê de piştgirî dît. Lêbelê, hin astengî an hêdîbûn hîn jî xuya dibin. Armanca me ya sereke ew e ku ji bo derbaskirina vê rewşê, hêsankirina nîqaşê, bidestxistina piştgiriyeke mezintir a raya giştî û eşkerekirina nêrînan, konferansek navneteweyî were lidarxistin. Yek ji mijarên sereke yên rojeva vê konferansê çareserkirina pevçûnan e. Stratejiyên çareserkirina pevçûnan ên wekhev li gelek deverên cîhanê pêş ketin. Der barê çareserkirina pevçûnan de destpêşxerî derketine holê. Di çareserkirina krîzên pevçûnan de gav hatine avêtin, wekî yên li Îrlanda, Katalonya, Welatê Bask, Afrîkaya Başûr û gelekên din. Hin ji wan serketî bûne, hinên din jî di hin aliyan de lawaz bûne, lê bi awayekî, ew kar kiriye."   'EM Ê EZMÛNÊN ÇARESERIYA PEVÇÛNAN NÎQAŞ BIKIN'   Çevîk diyar kir ku her çareserkirina pevçûnê ezmûnek e û got: "Ev ezmûn, em bawer dikin ku dikarin bi hin awayan tevkarî li rewşa li Tirkiyeyê bikin. Em bawer dikin ku girîng e ku ev ezmûn di nav raya giştî ya Tirkiyeyê de werin dîtin û nîqaşkirin."   Çevîk her wiha diyar kir ku yek ji mîsyonên DEM Partiyê ew e ku piştrast bike ku hin aliyên pêvajoyê bi civakê re deng vedin û got: "Yek ji vê yekê bi rastî jî razîkirina civakê ye. Ji ber vê yekê, divê em eşkere bikin ku hewcedariya vê konferansê heye, hin krîz çawa tên çareserkirin û ew dibin sedema çi. Ji ber vê yekê, me plansaziya vê konferansê nîqaş kir û zelal kir."    DÊ JI DERVEYÎ WELÊT KES WERIN   Çevîk anî ziman ku amadekariyên konferansê di sê aliyan de berdewam dikin û got ku beşdar û temaşevanên navxweyî û navneteweyî aliyên girîng ên pêvajoyê ne. Çevîk bilêv kir ku wan bi kesayetiyên navneteweyî yên navdar re hevdîtin kirine û got: "Piraniyê bi erênî bersiva vexwendinê da. Em hîn jî li benda piştrastkirina hin beşdaran in. Me her wiha vexwendin ji Katalonya, Îrlanda, Meksîka û Misirê re şandine û li benda bersivên wan in."   Çevîk da zanîn ku dê ji Tirkiyeyê jî gelek akademisyen, rojnamevan, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên çapemeniyê û partiyên siyasî beşdarî konferansê bibin.    Çevîk destnîşan kir ku armanc û bendeariyên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk cudsa ne û got ku dê di konferansê de li ser vî esasî gelek mijar bên nîqaşkirin û armanca wan ew e ku bi encama vê konferansê tevkariyê li armanca xwegihandina civaka demokratîk bikin.    MA / Omer Gungor