Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên li dijî Elewiyan daxuyanî da 2025-11-26 11:13:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî êrişên Hikûmeta Veguhez ên li dijî Elewiyan da û xwest gotinên nefretê bên bidawîkirin.    Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî pêla rageşiyên zêde li Sûriyeyê nemaze li peravê û parêzgeha Siwêdayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hişyarî da ku bi hedefgirtina sivîlan û xwepêşandêran, welat ber bi pêleke nû ya tundiyê ve bibe.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên li dijî xwepêşandêrên daxwaza mafên xwe yên rewa dikin û anîna komên çekdar bi navên cuda weke "Feza Eşîran", "Hêzên Eşîran" û hwd, sûcên sîstematîk in û armanca wan derbekirina aştiya navxweyî û derxistina fitneyan di nava Sûriyeyiyan de ye.   Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew bi hêviyên Sûriyeyiyan ên li hemû deveran disekinin û piştgiriyê dide mafên wan ên aştiyane yên bi daxwaza azadî, edalet û wekheviyê û wiha domand: “Diyaloga siyasî û aştiyane rêbaza yekane ya derbaskirian qonaxa heyî û xistina welatan di nava kaosa zêde de ye."   Rêveberiya Xweser bang li hikumeta veguhêz kir ku li hember vîna şêniyan rêzdar be û tundiya li dijî sivîlan bi dawî bike. Bi domdarî got ku rageşiya li Humsê, peravê û Siwêdayê dê bi xwe re "bandorên xeternak" bîne û bandoreke neyînî li ser avakirina dewleteke demokratîk a nenavendî bike. Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên dubare li ser sivîlan "binpêkirinên nirxên mirovahiyê ne" û banga bidawîkirina gotinên kîndariyê yên ku mozaîka civakî parçe dikin, kir.   Rêveberiya Xweser di dawiyê de diyar kir ku dê vebijêrka wê "Aştî, diyalog, hevgirtina Sûriyeyiyan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî" bimîne.