Jinên daketin qadan: Dê berxwedana me ya li dijî tundiyê bidome 2025-11-26 10:57:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li dijî tundiyê daketin qadan diyar kirin ku ew ê dengê xwe yê li dijî tundiyê bilindtir bikin û gotin ku dê berxwedana wan bidome.  Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî daketin qadan û li dijî tundî û komkujiyên ser jinê daxwaza maf, azadî, edalet û aştiyê kirin. Jinên li Amed û Çewligê hatin gel hev, li dijî komkujiyên ser jinan gotin: “Êdî tehemûla me nemaye ku yek jineke din kêm bibe.”    Elîf Yun ku tev li meşa li Amedê bû, diyar kir ku ji bo parastina mafên jinan li qadê ye û anî ziman ku armanca wan ew e ku rê li ber tundî û komkujiyên ser jinan bigirin. Elîf Yunê, got: “Divê zilam jî li cem jinên rastî tundiyê tên, tên qetilklirin û rastî neheqiyê tên cih bigirin. Di her qada civakê de jin tên rexnekirin. Em vê naxwazin. Jixwe jin xwe li tu cihekî di ewlehiyê de hîs nakin. Ev ji malbatê dest pê dike û bi civakê didome. Em dixwazin bêyî ku bitirsin û dixwazin azad bijîn. Em dixwazin di civakeke exlaq ne tenê li ser jinan tê pênasekirin de bijîn.”   'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’   Herem Nêrgizê jî bal kişand ser komkujiyên ser jinan û got ji bo dengê xwe bidin bihîstin tev li meşê bûye. Herem Nêrgizê got: “Pergala Tirkiyeyê tu caran maf nedaye jinan. Kî jinan bikuje dixin girtîgehê lê xwedî wî mafî ye ku di heman rojê de derkeve. Dema wiha dibe jî zilam ji bo kuştina jinan pir bi cisarettir tevdigerin. Em jî ji bo ji tundiya ser jinê re bibêjin ‘na’, ji bo civak li dora îdeolojiya Rêbertiyê bibe yek û bi navê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ kom bûn. Weke ciwanek Kurd hêvî dikim neyêm kuştin. Ez, bi felsefeya jineolojiyê xwe li ser pêyan digirim. Jineolojî, bingeha tevahiya civakê ye. Di vê pêvajoyê de hêj jî jin tên qetilkirin. Bi psîkolojiyeke tirs û xofê mirov nikare jiyaneke bitendurist bijî. Lewma em aştiyê dixwazin û dibêjin ‘jin, jiyan, azadî.’”    'MUXATAB LI ÎMRALIYÊ YE’   Remziye Çalanê jî anî got “Jin jiyan e, bila jiyanê qetil nekin” û ev tişt anî ziman: “Heke jin tune bin dê ne xweza ne jî tiştek nebe.” Remziye Çalanê bi domdarî bal kişand ser pêvajoyê, got muxatab li Îmraliyê ye û wiha pê de çû: “Jiyaneke bêyî Serokatiyê nabe. Sedema hatine me ya vê derê jî ew e. Tu kes bi qasî Serok qedrî nade jinan. Em dixwazin azad bibe.”    'JIN DÊ HER TIM AŞTIYÊ BIQÎRIN’    Serap Yildirimê jî got: “Mîna her carê jin niha jî li qadan e, li ber xwe didin û li dijî tundiyê dengê xwe derdixînin. Jin herî zêde jî ji bo aştiyê li qadan e. Di civakên aştî nav de heye jin dikarin bijîn û ew civak demokratîk dibin. Bajar û kolan bêhtir biewle dibin. Di demên şer de binpêkirinên li dijî jin û zarokan zêde dibin. Lewma aştî ji bo jinan girîng e. Jin dê di her qadê de aştiyê biqîrin.”    'NAXWAZIM JIN BÊN KUŞTIN’   Guler Saray ku tev li meşa li Çewligê bû jî anî ziman ku ew naxwazin jin bên kuştin û wiha axivî: “Divê bi qedr û qîmeta jinan bê zanîn. Cezayên di sûcênl i dijî jinan de sivik in lewma mêr bêhtir tundiyê li jinan dikin û bêhtir qetil dikin. Qedr nadin jinan. Lewma hem tundî hem kuştin bi rehettir tê kirin. Zilamên tên girtin jî zû tên berdan û ew jî bêhtir berê xwe didin tundiyê.”    'BILA KESEK BÊDENG NEMÎNE’   Sedanûr Toksozê jî bi lêv kir ku di têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de divê hem jin hem jî zilam bên têgihandin û got: “Jin di heman demê de warên hev in. Heke em zarokên xwe baş perwerde bikin, hem jin hem jî mêr dê bi aramî bijîn. Tundî pir bi hêsanî tê kirin ji ber ku zextek tune ye. Lewma divê pergala edaletê were guhertin. Jin, mêr, zarok divê kesek li dijî vê tundiyê bêdeng nemîne.”    Songul Koçanê jî xwest cezayên di sûcên li dijî jinan de bên girankirin û ji bo Rojîn Kabaîş û hemû jinên din daxwaza edaletê kir.    'HEKE JIN NEBE CIVAK JÎ NABE’   Nîsa Barulayê jî got ku tundiya li dijî jinê ne tenê birîna jinan lê birîna civak û welat e û got: “Efûya sûcê tundiya ser jinê nîne. Dewlet dikare zagonên xwe dijwartir bike. Heke jin nebin civak nabe.”    Ayşegul Kostemoglûyê jî got divê hemû jin li dijî tundiyê derkevin û daxwaza edaletê kir.    'DIVÊ ZAROK BÊN PERWERDEKIRIN’    Avşîn Nazli Yildizê jî got: “Divê jin li dijî tundiyê bibin yek û jin û mêr di mijara pergala baviksalar de bên perwerdekirin. Tundiya li dijî jinan û qetilkirina wan polîtîk e. Divê em bêhtir dengê xwe derxînin û bi rêya piştevaniyê dikarin pêşiya tundiyê bigirin. Civak çiqas dengê xwe derxîne dê tevdîr jî ewqas bêhtir bên girtin. Cezayên tên dayin sivik in û divê ev ceza bên girankirin.”    MA / Rûkiye Payîz Adiguzel