'Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn' 2025-11-25 17:38:01 ENQERE - Serokwekîla DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê qala hevdîtina xwe ya bi Abdullah Oclan re kir û got: "Rêzdar Ocalan bi zelalî got ku divê kurd û tirk di nava aştiyê de bijîn.”   Serokwekîla Koma Meclîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît ku bi endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demkrasiyê re çûbû Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanî bû di Lîjneya Giştî ya Meclîse de axivî û hûrguliyên hevdîtinê parve kir.     'QALA TIKILIYÊN KURD-TIRK KIR'   Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku hevdîtina wan bi awayekî erênî derbasbûye û wiha got: “Duh hevdîtineke dîrokî bi birêz Ocalan re pêkhat. Ev hevdîtin gavek berfireh û hêvîdar e ku dê rêyek nû di rêwîtiya Tirkiyeyê ya ber bi aştî û demokrasiyê de veke. Divê ew wekî pêşveçûnek girîng a dîrokî were dîtin û nirxandin. Hevdîtin xwedî potansiyela afirandina zemînek ji bo diyalogê ye ku dê pêşeroja hevpar a gelên me ava bike. Rêzdar Ocalan careke din di hevdîtina me de bi zelalî û aşkere îradeya hemû gelên herêmê, bi taybetî gelên tirk û kurd, ji bo jiyaneke bi hev re di aştiyê de, wekhev, azad û bi hev re diyar kir. Duh pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de qonaxek girîng derbas bû. Serkeftina vê pêvajoyê ji bo pêşeroja Tirkiyeyê girîng e.”     'BERPIRSIYARIYÊN PARTIYA DESTHILAT Û MUXALEFETÊ HENE'   Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku wan dixwest hemû endamên komîsyonê tevlî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bibin û wiha pêde çû: “Me ew yek bi awayekî rexneyî nirxand. Lêbelê, divê were zanîn ku ew hevîtin ne zerara gelên Tirkiyeyê berovajî wê ew qezencek mezin e. Em careke din tekez dikin: Pirsgirêka kurd nikare bi sînorên siyaseta heyî ve were sînordarkirin; ew ne amûrek e ku her partiyek siyasî dikare ji bo berjewendiyên xwe yên demkurt bikar bîne. Ew yek ji astengiyên bingehîn ên demokrasiyê li Tirkiyeyê ye û divê were çareserkirin. Divê her kes vê perspektîfê wekî bingeh bigire û polîtîka û pratîkên li gorî wê pêş bixe. Weke DEM Partî em ji berpirsiyariya xwe ya ji bo serkeftina vê pêvajoyê haydar in. Lêbelê, partiya desthilatdar, muxalefet û saziyên dewletê jî di vî warî de berpirsiyariyên wan hene. Ji bo ku rêya aştiyê pêşve biçe, girîng e ku verastkirinên pêwîst ên yasayî bê derengxistin werin bicîhanîn. Aştî ne bi hewlldanên aliyekî tenê, lê bi îradeya kolektîf a civakê dikare were avakirin. Tiştê ku divê niha were kirin ev e ku rapora komîsyonê bêyî derengxistina vê derfeta dîrokî were temamkirin û verastkirina hiqûqî di civata giştî de bi lez werin bicîhanîn. Ev eleqe tenê wê demê dê watedar bibe ku gavên wêrek û biryardar werin avêtin; aştî tenê bi avakirina baweriyê dikare civakî bibe.”