Jin ji bo jiyaneke li ser esasê wekheviyê li qadan e TÊ NÛKIRIN 2025-11-25 16:35:17 NAVENDA NÛÇEYAN – Di çalakiyên di çarçoveya 25'ê Mijdarê de, li dijî tnundiya mêr-dewletê banga têkoşînê hat kirin.  Di çalakiyên di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Li Ser Jinan a Navneteweyî de, li dijî tundiyê banga têkoşînê hat kirin.    ÎZMÎRÊ    Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan a Navneteweyî civîneke çapemeniyê li dar xist. Civîna ku li avahiya komeleyê pêk hat, gelek jin beşdar bûn. Hevseroka ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş li ser navê komîsyonê daxuyaniya çapemeniyê xwend.   Zîlan Gumuşê destnîşan kir ku 25'ê Mijdarê tenê ne rojeke bîranînê ye, roja mezinkirina daxwaza jiyanê ya li ser esasê wekheviyê ye û bal kişand ser şert û mercên jiyanê yên jinan.    Karkerên jin ên endamê Şaxa Geneş-Îş a Hejmar 6 a Îzmîrê, bi boneya 25'ê Mijdarê ji ber SGK a Konakê heya Qada Cumhîriyetê meşiyan.    Karkerên jin ên endamê Şaxa Geneş-Îş a Hejmar 7 a Îzmîrê, li ber Buyukpark a Bornovayê kom bûn û bal kişandin ser têkoşîna li her cure tundiya li ser jinan.    EDENE   Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD a Edeneyê, rapora li ser cinayetên jinan amade kiribû bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya komeleyê ragihand. Berdevka Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD a Edeneyê baran Onerê, daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku kuştin bi taybetî di demên ku jin dixwazin derkevin, bixebitin, an jî li ser jiyana xwe biryar bidin de zêde dibin.   Rapor ji aliyê endama Komîsyona Mafê Jinan a Şaxa ÎHD a Edeneyê Belgîn Işikê ve hat parvekirin.    AMED   Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê li ber Bîrdariya Danezana Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê ya Amedê rapora tundiya li ser jinan a sala 2025an eşkere kir. Gelek pêkhateyên Torê beşdarî daxuyaniyê bûn. Rapor ji aliyê endama Torê Mîna Îlhan ve hat xwandin.   Mîna Îlhan diyar kir ku dema ew salek berê bi îsal ve miqayese dikin tundiya derûnî ji sedî 27 û tundiya aborî ji sedî 44 zêde bûye û got: “Tundiya zayendî û fizîkî jî hem ji aliyê rêjeyê ve hem jî ji aliyê naverokê ve girantir bûye. Em ê wekî Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê li ber tundiyê rabin û ji bo jiyanê bi hevgirtinê û xwebûyînê têkoşîna xwe mezintir bikin.”   Daxûyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û lîlandinê bi dawî bû.   ÊLIH   Li Êlihê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Bi civaka demokratîk ve ber bi jiyana azad a bê tundî ve" meşek li dar xist, dû re jî daxuyaniyek da çapemeniyê.   Jinên ku li Parka Yilmaz Guney kom bûn heta Batman Park AVM'ê meşiyan. Di meşê de dirûşma "Jin Jiyan Azadî", "Jin Jiyan Azadî, azad bibe Rêbertî" hat berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Zeryam Işık ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî hat kirin.   Her wiha aktîvîsta TJA'yê siyasetmedar Ayla Akat Ata jî axivî û bal kişand ser tundiya li hemberî jinan û got: "Bi salan e em di vê hawîrdora tundiyê de ezmûnên re rû bi rû man. Ger sibê çareseriyek demokratîk pêş bikeve, rola me di pêvajoya avakirina aştiyê de dê cuda be. Li ku derê tundî hebe em ê li vir bin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em hene û em ê hebin."   DÊRSIM   Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Dêrsimê li avahiya Baroyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Parêzer Reyhan Helin Bulut di civînê de axivî û got: "Tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê ne bûyereke takekesî ye; ew binpêkirineke sîstematîk a mafên mirovan e ku ji ber xemsariya saziyan a bi salan bêcezatî mezin dibe û tevna civakî xera dike."   Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD a Dêrsimê jî li avahiya komeleyê der barê 25'ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Ji Bo Jiholêrakirina Tundiya Li Dijî Jinan de daxuyaniyek da. Hevseroka Şaxa ÎHD a Dêrsimê Nurşat Yeşil li wir axivî û diyar kir ku jin bûne hedefa sereke ya hem pêvajoyên pevçûnê û hem jî polîtîkayên dewletê yên zordar.