Li Şaredariya Agiriyê gavên 'nûnertiya wekhev' xurt dibe 2025-11-25 09:19:12 AGIRÎ - Di nava beşên Şaredariya Agirî de gavên "nûnertiya wekhev" hatin avêtin. Cîgira Hevşaredara Agiriyê Benazîr Aydemîr Kayayê diyar kir ku ew istixdamkirina jinan girîng dibinin û di nava beşa şêwirmendî û çapemeniyê de nûnertiya wekhev hatiye cîbicîkirin.    Şaredariya Agiriyê ya ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê birêvebirin, ji 31'ê Adara 2024'an û vir ve polîtîkayên xizmetê yên li ser esasê wekheviya jinan xistine rojeva xwe. Şaredariya Agiriyê, li bajarê ku temsîliyet û istixdama jinê kêm e, ji bo ku bi paradîgmaya azadiyê ya jinê xizmetê bide bajêr, polîtîkayan pêş dixe. Şaredarî di wergirtina xebatkarên jin, vekirina navendên piştevaniyê yên nû yên ji bo jinan, cihên bêhnvedanê û civînên taxan ên birêkûpêk ve ji bo jinan li her qada jiyanê deriyan vedike.   QADÊN ISTIXDAMÊ TÊN VEKIRIN     Cîgira Hevşaredarê Agiriyê Benazîr Aydemîr Kaya, qala xebatên xwe kir û diyar kir ku ji roja dest bi wezîfeyê kirine ve, hewl dane ku nêrîna jinê li her derê şaredariyê rave bikin û ev tişt got: "Hûn jî dizanin, me bi hilbijartineke zehmet şaredariya xwe qezenc kir. Tevî ku 6-7 hezar leşker û polîs dengên xwe anîn vir jî, me dîsa jî bi ferqeke baş Şaredariya Agiriyê qezenc kir. Dema me dest bi wezîfeyê kir, yek ji karên me yên destpêkê ew bû ku me Komîsyona Jinê ava kir. Piştre me Miduriyeta Polîtîkayên Jinê ava kir. Piştî avakirina Miduriyeta Polîtîkayên Jinê, me avahiyek li kêleka Avahiya Xizmeta Şaredariyê, ya ku bêkêr bû, veguherand qada jiyana jinan; me Navenda Piştevaniya Jinê ya Zînê vekir."   Benazîr Aydemîr Kayayê, anî ziman ku Navenda Piştevaniya Jinê ya Zînê  di gelek waran de xizmetê didin, wekî atolyeyên muzîkê, atolyeyên resim û hunerê, şêwirmendiya derûnnasiyê û wiha pê de çû: "Digel vê, me qadên lîstika zarokan ava kirin ku dema jin tên, zarokên wan pê mijûl bibin û me odeyên werzîşê çêkirin. Me qadên ku jin lê bêhnê vedin çêkirin. Me derûnnas û xebatkarên civakî wergirtin. Ez dibêjim me li nava şaredariyên Kurdistanê de ya yekemin pêk anî; me li Agiriyê yekem ajokara jin wergirt. Ev yek li Agiriyê yekem bû û ji bo derdora kesên muhafezekar û kesên in wateyên pir cuda bû. Pirsên wekî, 'gelo jin ajokariyê dikin, we çawa kir?' derketin. Lê paşê pîrozbahî û spasî ji me re hatin. Me xebatkara paqijiyê ya jin jî yekem car wergirt. Me di wergirtinan xebatkaran de hewl da ku hinekî pêşikiyê bidin jinan. Me mîmarên jin, xebatkara çapemeniyê ya jin wergirtin. Me pergaleke xebatê ava kir ku di beşa şêwirmendiyê de jinek û mêrek hebe."   QADÊN JINAN TÊN AFIRANDIN   Benazîr Aydemîr Kayayê destnîşan kir ku wan giringî daye perwerdeyên hişmendiyê yên ji bo jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di perwerdeyên me de, me semînerên li ser penceşêra malzarok û penceşêra singê dan; me semînerên li ser wekheviya zayendî ya civakî dan û me di gelek qadan de atolyeyan organîze kirin. Piştî wê, bê guman me gelek cihên bêhnvedanê yên ku civak pêwîstiya wan pê heye vekirin. Mînak, jinên ku ji gund û navçeyan dihatin, cihên ku karibin şîr bidin zarokên xwe û lênêrîna wan bikin, an jî heta erebeya gund were lê bisekinin tunebûn. Wan li quncikên qehwexaneyan şîr didan zarokên xwe; carinan jî zarok bi girî birçî diçûn. Ji bo ku ev rewş çênebin, me Navendên Bêhnvedanê yên Jinan vekirin. Digel vê, me ji bo hemû hevalên me yên jin ên ku di bin banê şaredariyê de dixebitin, 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê wekî betlaneya fermî îlan kirin û me ev yek jî bi biryara meclisê kir."   Benazîr Aydemîr Kaya diyar kir ku wekî Şaredariya Agiriyê her ku diçe ji bo jinan hinekî din qada jiyanê peyda dikin û got: "Me ji bo vê meha Mijdarê parkeke taybet a jinan vekir. Qadeke ku berê gilêş û kavil lê bûn, me paqij kir û veguherand qadeke jiyanê ya nû ji bo jinan, me veguherand qadeke ku jin bi rehetî karibin werin rûnin, çay û qehweyên xwe bînin vexwin, bi zarokên xwe re bilîzin. Me ronahî jî li gorî jinan çêkir, me veguherand qadeke parkê ku her quncikek bê dîtin û jin tê de xwe ewle hîs bikin. Em ê perwerdeyên xwe zêdetir bikin."   MA / Omer Akin