Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir 2025-11-24 11:38:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîsyona Meclisê Fetî Yildiz ku dê biçe Îmraliyê, beriya biçe giravê ev peyam parve kir: “Xwedê, te me bike sebeba xêrê û astengiya xerabiyê.”    Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê îro biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji endamên şandeya dê biçe Îmraliyê Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, beriya biçe giravê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Xwedê, tu me bike sebeba xêrê û astengiya xerabiyê.”