Tedawiya rojnameger Aykol didome 2025-11-23 15:52:38 ENQERE - Hat zanîn ku di sîhên rojnameger Huseyîn Aykol de bakteriyeke nû derketiye û bijîşkan got ji bo xwarinê dê rêbaza PEG’ê bi kar bînin.    Rojnameger Huseyîn Aykol dema li mala xwe ya li Enqereyê, di 14’ê Cotmehê de xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Tedawiya Aykol a li vir didome. Piştî du emeliyatên hatin kirin, di sîhên Aykol de enfeksiyon derket û niha li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin. Bijîşkên Aykol got ku niha jî di sîhên Aykol de bakteriyeke nû çêbûye.    Bijîşkan got ku dê dest bi rêbaza Perkutan Endoskopîk Gastrostomiyê (Nexweşên nikarin bi devî xwarinê bixwin, ji bo xwarinê tupek li mîdeyê wan tê bicihkirin) bikin. Bijîşkan got ku dê ev heta 12’ê Kanûnê bidome. Bijîşkan got ku enfeksiyon didome û tevî sedasyonê nadin jî Aykol hişyar nabe. Her wiha hate gotin ku Aykol gelek zeîf bûye.