Bi girseyî serdana şîna Bozkurt û Akgulê hat kirin 2025-11-22 13:53:45   WAN - Şînên Mehmet Bozkurt ê HPG'î û Neslihan Akgul a YJA-Starî bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi girseyî hatin ziyaretkirin.    Ji bo Endamê HPG'ê Mehmet Bozkurt (Dilgeş Yekbûn) ê ku hat ragihandin di 2025'an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest daye û Endama YJA-Starê Neslihan Akgul (Berîtan Alan) a hat ragihandin di 2020'î de li Garê jiyana xwe ji dest daye, şîn hat danîn. Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê serdana şînan hat kirin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî serdana şînê kirin. Di şînê de dirûşmeya "Şehîd Namirin" hat berzkirin.