Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê 2025-11-22 13:00:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Navxweyî destur da ku der arê Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş û Midûrê Nivîsgehê Nevzat Ûzûnoglû de lêpirsîn bê vekirin.    Wezareta Karên Navxweyî destur da ku têkildarî îdiayên nelirêtiyê de der arê Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş û Midûrê Nivîsgehê Nevzat Ûzûnoglû de lêpirsîn bê vekirin.     Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê têkildarî lêçûnên konserê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê, ji Wezareta Karên Navxweyî vekirina lêpirsînê kiribû.    Hat hînkirin ku wezaretê destura vekirina lêpirsînê daye.