Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in TÊ NÛKIRIN 2025-11-21 16:10:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li dijî tundiya dewlet-mêr derketin qadan, gotin: “Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî ve têkoşîna xwe mezin bikin.” Jin, bi banga xurtkirina têkoşîna li dijî tundiya dewlet-mêr derdikevin qadan. Lig elek bajaran, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê de li gelek bajaran çalakî lidarxistin.    RIHA   Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li taxa Çatak a navçeya Hewagê li qada seyranê çalakî li dar xistin. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Bername bi taştiya jinan ve dest pê kir. Piştre li ber Çemê Firatê jinan ji bo bibîrana zarok û jinan, zincîr çêkir. Çalakî bi daxuyaniya banga li dijî tundiya jinan ve doman. Metnê daxuyaniya ku bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat lidarxistin, ji aliyê Berdevaka Meclisa Jinan Zubeyde Îstekê ve hat xwendin.     Zuneyde Îstekê bal kişand ser tundiya li dijî jinan a li tevahiya cîhanê û destnîşan kir ku divê têkoşîna jinan bi awayekî xurt û birêxistinkirî bê kirin. Zubeyde Îstekê ev tişt got: “Em ê têkoşîna xwe li dijî rejîma Talîban a ku li Efxanistanê jinan ji qadên cemaweriyê tasfiye dike û dixe odeyên bê pencere, li Îranê rejîma faşîst a Mola ku bidarvekirnê ve gefan li jinan dixwin, li Sûriyeyê êrişên çeteyan ên li dijî jinên Elewî û Durzan, li Tirkiyeyê desthilata mêr a AKP-MHP’ê ku roj bi roj li êrişê destkeftiyên jinan dikin,  berdewam bikin. Em ê di 25’ê Mijdarê de bi dirûşma ‘li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê’ li qadan bin.” Daxuyanî bi tililî û dirûşman ve bidawî bû.   EDENE   Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25’ê Mijdarê de çalakiyan li dar dixe. “Atolyeyên tundiyê” yên di çaçoveya çalakiyên TJA’yê yên bi dirûşma “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bê tundî” hatin lidarxistin. TJA, li navçeya Ceyhan a Edeneyê li malekî bi jinan re civiya û atolye li dar xist. Gotûbêjên li ser tundiya jinan û şêwazê têkoşînê hatin nîqaşkirin.     Atolye, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ve bidawî bû.      STENBOL   Meclisa Jinan a Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) a Aksaray Stenbolê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li pêşiya Nexweşxaneya Nexweşiyên Sîngê ya Yedîkule ya li Zeytinburuyê daxuyanî li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila tundiya li ser jinê bidawî be”, “Tuyê tu carî bi tenê nemeşî”, “Em ê bêdeng nemin, hûn ê şerm bikin” hatin hilgiritn û dirûşmên “Jin bi yekitiyê ve bihêz in”, “Keda me ya me ye”, “hezkirina ku dikuje em naxwazin” hatin berzkirin.     Metna daxuyaniyê ji aliyê Sekretera Şaxa Meclîsa Jinan a SES'ê Suba Polat ve hat xwendin. Suna Polatê e got: “Em têkoşîna xeşkên Mîrabal heta îro hildigirin. Em li dijî tundiya dewletê, serdestiya mêr, şer, xizaniyê jiyanê diparêzin. Em têkoşîna aştî, ked, wekhevî û demokrasiyê mezin dikin.” Suna Polatê ji bo tevlibûna Meşa 25’ê Mijdarê ya li Tunela Taksîmê bangî hemû jinan kir.   AMED   Tevgera Jinên Azad (TJA), , di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê de ji bo meşa ku dê di 25’ê Mijdarê de li Amedê li dar bixin, li navçeya Sûrê serdana dikandaran û malan kirin û belavok belav kirin. Hevşaredar a Sûrê Fatma Gulan Onkul beşdarî çalakiyê bû û ji bo tevlibûna meş a ku dê di 25’ê Mijdarê de ji ber Girtîgeha Kevin heta Azc Plaza ya li Ofisê pêk were, hemû jin vexwend.