Faîlê ku xwest jinekî qetil bike hat girtin 2025-11-21 16:00:32   MÛŞ – Li Mûşê M.O., yê ku hewl da jina bi navê Yasemîn D.’ê qetil bike, hat girtin.   Li Mûşê M.O., ê ku hewl da ku jina bi navê Yasemîn D.’ê qetil bike hat girtin. Duh Yasemîn D. A ku li taxa Yeşîlyurtê a Mûşê dijiya, ji aliyê M.O. yê ku hev berdabûn li kolanê rastî êrişê hat. M.O., yê ku der heqê wî de biryara dûrxistinê hebû, piştî Yasemîn D. birîndar kir ji cihê bûyerê reviye. Komên tenduristiyê yên ku ji aliyê welatiyan ve hatibûn agahdarkirin, Yasemîn D. Rakirin nexweşxaneyê.   M.O. ê ku piştî bûyerê hat girtin, piştî îfadeya li emniyete sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir, ji wir jî dadgehê biryara girtinê da û hat girtin.