Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim 2025-11-20 14:51:32   ENQERE - Selahattîn Demîrtaş bi peyamekê got ku di rojên dawî de hinek siyasetmedar gotinên wî nekirine weke wî gotibûn parve dikin û got: “Ji vir şûnde ji bilî hevalên xwe ez ê bi siyasetmedar û parêzeran re hevdîtinan nekim.”    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal X’ê peyamek parve kir.    Demîrtaş, di peyama xwe de anî ziman ku tişta herî zêde wî dide zorê ew e ku gotin û fikrên ne aydê wî weke ku wî gotibin tên parvekirin. Demîrtaş, anî ziman ku bi inyeta baş jî be mafê tu kesekî nîne li ser navê wî biaxive û got: “Dema pêwîst kir jixwe ez fikrên xwe bi raya giştî re parve dikim. Tu daxuyanî, şîrove û fikrên min yekser parve nekirine min eleqedar nakin. Ez bi xemgînî dibînim ku gotinên berevajîkirî, yên ji ber xwe ve û nerast bi navê min tên parvekirin.”     Demîrtaş, got ku dê ji vir şûnde ji bilî hevalên xwe, bi tu siyasetmedar û parêzeran re hevdîtinan neke û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku tu rêyên din ên pêşîgirtina van berevajîkirin û sûîstîmalan neman.”