Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin 2025-11-20 12:01:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, diyar kir ku divê biryara DMME’yê der heqê bipêkirina mafan di demeke maqûl de bê lêkolînkirin û destnîşan kir ku divê ev dem ne demeke “keyfî” be.   Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, têkildarî bicîneanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî binpêkirina mafan, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal daxuyanî parve kir.   Yildiz, diyar kir ku divê biryarên DMME’yê ya der barê binpêkirina mafan, di demeke maqûl de bê lêkolînkirin û ev dem ne demeke “kêfî” be.    Parvekirina Yildiz wiha ye: “DMME, di warê rêbaza cîbicîkirina biryaran de midaxileyê dewletan nake û ger vebijêrkek ji bo binpêkirin ji holê bê rakirin tunebe, divê tevdîrê raste rast nîşan bide. Ger ev binpêkirin ji ber girtinê rû da be, kesê girtî tê berdan û binpêkirin tê bidawîkirin. Di vê rewşê de vebijêrkek tune. Divê biryara DMME’yê ya binpêkirina mafan di demeke maqûl de bê lêkolînkirin û biryar bê dayîn. Di vir de dema maqûl ne demeke keyfî ye. Ji bo xizmeta edaletê 25 hezar û 591 dadger û dozgerên komarê hene. Hejmara cîgirên dadger û dozgeran 179 hezar û 591 kes in. Pirsgirêka dadger û karmendan nîne.”