Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan 2025-11-19 17:25:22   AMED - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, bi xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê re civiyan û pirsên xwendekaran bersivandin.   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevkariya Meclisa Ciwanan a Konseya Bajêr a Amedê li Eywana Konferansê ya Zanîngeha Dîcleyê şahiya “Hevdîtina Ciwanan” li dar xist. Bi sedan xwendekarên zanîngehê tev li bûn. Hevşaredarên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun tev li şahiyê bûn. Her wiha repbêjên Kurdî Ronî Artîn û DJ Xodî jî tev li şahiyê bûn. Di ‘Hevdîtinê’ de pirsgirêkên xwendekaran û herwiha pirsgirêkên li nava bajêr hene û diqewimin hatin nîqaşkirin.   'HEBÛNA CIWANAN HÊZ DIDE CIVAKÊ'   Ewilî Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn axivî û got: “Bi pêvajoya heyî re avakirina civakeke demokratîk hatiye destpêkirin. Divê em hemû ji bo pirsgirêkên civakê bi hev re nîqaş bikin. Da ku em ev pirsgirêkên heyî bi hev re çareser bikin. Hewceye em bi hev re bajarekî paqij û bi tendirustî bidin avakirin û em ê pirsgirêkên xwe bi hev re nîqaş bikin. Hebûna ciwanan hêz dide civakê.”   Hevşaredar Serra Bucak jî bal kişand ser pêvajoya ku hatiye destpêkirin û wiha got: “Erdnîgariya ku em lê dijîn erdnîgariyeke bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû ye. Em di pêvajoyeke gelek bi qîmet û zehmet de derbas dibin. Fikr û ramanên xwendekarên zanîngehê ji bo me bi nirx in û em meraq jî dikin. Van polîtîkayên ku li dijî ciwanan û xwendekaran tên meşandin hemû bi zanebûn in. Divê em hemû pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin. Rexneyên we ji bo me gelek bi qîmet in. Rêzdar Ocalan 27 sal in ku li zindanê ye û ev tê wateya tecrîdê. Em pirr girîngiyê didin pêvajoyê.”   Bernameya guftûgoyê bi pirs û bersivan bi dawî bû.   Piştre repbêj Ronî Artîn û DJ Xodî derketin ser dikê û repbêjiyê kirin.