Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye 2025-11-18 12:49:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, têkildarî çûna komîsyonê ya Îmraliyê axivî û got: “Biryara di vê mijarê de bi temamî ya komîsyonê ye.”    Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, têkildarî nîqaşên ser çûna şandeyeke komîsyonê ya Îmraliyê ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî îro di civîna koma partiya xwe de behs kir, daxuyanî da. Tunç, da zanîn ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dikare biryara çûnê yan jî neçûnê bide.    Tunç, wiha got: “Mijara çûna komîsyona li Meclisê ya Îmraliyê ku birêz Bahçelî behsa wê dikir, dikare li gorî biryara Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li TBMM’ê pêk were. Di vê mijarê de biryar bi temamî ya komîsyonê ye. Em ê xwe li benda biryara komîsyonê bigirin.”