Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin 2025-11-18 10:44:03 WAN - Polîsan bi ser pêşangeha Galeriya Hunerê ya Ataturkê ya li ser Rêya Armûşê de girtin. Di serdegirtinê de wêneyên 7 jinêne di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane desteserkirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, li Galeriya Hunerê ya Ataturkê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê pêşangeha wêneyan vekir. Polîsan, şevê din di saetên dereng de bi ser pêşangehê de girtin. Di serdegirtinê de wêneyên 7 jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane desteser kirin û li galeriyê lêgerîn kirin.