Li Dêrsimê beriya mitîngê meşeke girseyî hat lidarxistin 2025-11-16 14:16:59 DÊRSIM - Li Dêrsimê beriya mitînga bi dirûşma “Em ê rê nedin talan û rantê. Em ê bi ser kevin, dê jiyan bi ser keve” tê lidarxistin, meşeke girseyî hat lidarxistin.    Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ya Dêrsimê, li dijî talankirina xwezaya bajêr, li Qada Seyîd Riza mitîngê li dar bixe. Mitîng, bi dirûşma “Em ê rê nedin talan û rantê. Em ê bi ser kevin, jiyan dê bi ser keve” tê lidarxistin. Girseya ku beriya mitîngê li Kolana Hunerê kom bû, pankartên “Li Dêrsimê em ê rê nedin talanê”, “Li Dêrsimê na ji bendavan re”, “Li Dêrsimê na ji madenvaniyê”, “Dest nede xweza, av û axa min”, “Bajar ê me ye, ax a me ye, em xwedî lê derdikevin” û “Dêrsim bêxwedî nîne” hatin hilgirtin. Girse, heta Qada Seyîd Riza meşiya.    Di meşê de dovîzên “Binê erdê ji ser erdê dewlemendtir e”, “Li Geyîksuyuyê na ji madenê re”, “Dest nede av û axa min”, “Dest nede pîroziyên min”, “Na ji zagona talanê re” hatin hilgirtin û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Em ê rê nedin qeyûm”, “Berxwedan didome, piştevanî mezin dibe” û “Dêrsim dê nebe Îlîç” hatin berzkirin. Girseya ku gihişt meydanê, li çepikan xist, tililî avêt û govend gerand.