ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2025'AN 2025-11-15 09:00:00     * M.R. ku bi fikra "ji carekê tiştek dernayê" dest bi bikaranîna tiryakê kir û piştî heft salan dev jê berda, got: "Ningê min bûbû teker, min hewl dida tamîr bikim. Mîna pandemiyeke bêdeng bû." B.K. jî ku neh salan bikar anî, got: "Zarokê min ez nas nedikirim. Ji ber ku min wext ji bo wî venediqetand."    * Ji Jineolojiyê Eylem Aktiyê diyar kir ku pergala "kujerê qastîk", bi avakirina yekdestiyê sîstematîkkirina pergaleke êrişkar a li dijî nirxên dayiktiya civakî ye û got: "Lê belê şaristaniya desthilata qastîk hatiye asta dawî. Ev serdem, serdema şoreşa jinê ye."    * Xaniyên Ermeniyan ên li Wanê ku wekî qada SÎT'ê hatine ragihandin, tune dibin. Bi xaniyên dîrokî re çand, dîrok, bîr û nasnameya gelekî jî tune dibe.   * Mehmet Emîn Can ku 30 sal in îmamê dilxwaz e û ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dixebite, got: "Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne. Pirsgirêka rastîn ji qanûnên ku ji hêla kesên ku dewletan bi rê ve dibin ve tên danîn, derdikevin holê."   * Her çend kiryarên Selamet Yeşilmen a ku di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de li ber mala xwe hat kuştin, tevî hemû delîlan 10 sal in nehatine eşkerekirin jî, hevjînê wê Aburrahîm Yeşîlmen got ku ew li benda edaletê ne.   * Hevserokê Şaxa DAD ya Îzmîrê Firat Dîkmen û Hevserokê Komeleya Çand û Hevgirtinê ya Dersimê ya Îzmîrê Hasan Alî Kiliç diyar kirin ku divê cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî werin eşkerekirin û gotin ku ev yek dê di pêvajoyê de gaveke erênî be.   * Li Wanê ku mehên zivistanê dijwar in, bihayên zêde yên elektrîkê, gaza xwezayî û sotemeniyê di warê aborî de barê welatiyan giran dikin.    * Dayikên Şemiyê, ji bo pirsa aqûbeta xizmên xwe û cezakirina faîlan dê li Qada Galatasaray çalakiya xwe ya 1075’emîn li dar bixin. (12.00)   * Xizmên windayan dê li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin. (12.00)