Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne 2025-11-10 15:10:38 ENQERE - Dadgeriya Înfazê, taloqkirina tehliyeya Emîn Guler a bi hinceta “poşman nîne” nirxand û got: “Lijneya Îdare û Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne.” Dadgeriyê, biryara lijneyê bi vê sedemê betal kir.    Emîn Guler, li Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê tê ragirtin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê, tehliyeya Guler ji bo 3 mehan taloq kir. Guler ku piştî binçavkirin û girtinê demekî dirêj hate darizandin, di 11’ê Adara 2022’yan de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” 11 sal û 9 meh û 22 roj cezayê hefsê lê hate birîn. Diviyabû Guler di 15’ê Cotmehê de bihata berdan lêbelê Lijneya Îdare û Çavdêriyê, tehliyeya wî taloq kir. Guler ku derxistin pêşberî Lijneyê, got ku cezayê lê hatiye birîn neheqî ye, ji ber sûcekî nekiriye pirsa “tu poşmanî yan na?” jê hatiye kirin û ev jî ne kiriyarekî rast e. Lijneyê jî, bi hinceta ku Guler “poşman nîne” û di qawîşa girtiyên siyasî de dimîne, tehliyeya wî ji bo 3 mehan taloq kir. Lijneyê, biryar da ku nirxandina tehliyeya Guler di 15’ê Çileya 2026’an de bike.    'TU NE EW MEQAMÎ KU NIRXANDINA POŞMANIYÊ BIKÎ’      Li ser vê biryarê, Guler serî li Dadgeriya Înfazê ya Xarpêtê da. 2’yemîn Dadgeriya Înfazê ya Xarpêtê, îtîraza Guler nirxand û biryar da. Dadgeriyê, diyar kir ku lijneyê ji hêla esasê ve biryara “nebaşhaliyê” daye lê ji bo vê tu hinceteke şênbr nîşan nedaye. Di biryarê de hate gotin ku lijneyê hincetên weke “bi sûcê xwe hevrû nabe û qebûl nekiriye” nîşan daye lêbelê lijne ne dagdeheke darizandinê dike ye û ne ew meqame ku bikare nirxandina poşmaniyê bike. Bi domdarî hate destnîşankirin ku tu belge an jî hêmayeke ku hikûmxwarî weke “başnehal” nîşan bide tune ne û bi vê boneyê jî îtîraza Guler qebûl kir.    ÎTÎRAZ HATE REDKIRIN, BIRYAR TEQEZ BÛ      Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê jî li dijî biryara Dadgeriya Înfazê îtîraz kir. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê îtîraz red kir.    BIRYAR HEYE LÊ TEHLIYE NÎNE     Tevî biryara hatiye dayin jî Guler hêj nehatiye berdan. Guler, rewş ji Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan re vegot. Li ser vê yekê Newroz Uysal Aslanê xwe gihand rayedarên girtîgehê û wan jî îdia kirin ku biryara dadgehê hêj negihiştiye ber destê wan. Rayedaran got ku dema biryara dadgehê hat ber destê wan dê dîsa bicivin û biryarê bidin.    MA / Mehmet Aslan