Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn 2025-11-09 11:59:40 MÊRDÎN - Di nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd de hin derdorên nîjadperest û neteweperest, ji bo şer û pevçûn bidomin civakê sor dikin. Kesên di şer de zarokên xwe winda kirin, tevî êşên kişandin jî dibêjin “aştî.”  Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 1’ê Cotmeha 2024’an de li Meclisê silav da wekîlên DEM Partiyê û di siyaseta Tirkiyeyê de pirsgirêka Kurd êdî li ser zemînê derveyî “şer” hate nîqaşkirin. Bahçelî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got “Bila were li Meclisê biaxive.” Di demeke nîqaş didomiyan de Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Ev geşedanên ku di piraniya civakê de rê li ber kelecaneke mezin vekir, bi lidarxistina Kongreya 12’an a PKK’ê, bi merasîma şewitandina çekan û herî dawî bi vekişandina hêzên HPG/ YJA Starê ji Tirkiyeyê berdewam kir.    Li hêla din xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê berdewam in. Di serî de Partiya Îyî, Partiya Zaferê û derdorên hebûna wan li ser şer jî li dijî pêvajoyê û aştiyê derdikevin. Tevî tehrîk û sorkirina van derdoran jî li gorî lêkolînan, piştgiriya ji bo pêvajoyê derketiye ji sedî 70’ê.    Li bakurê Kurdistanê jî yek ji derdorên herî zêde bi hesreta aştiyê dijîn, malbatên di pêvajoya şer de bedelên giran dane ne. Kesên tev li panela Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan a li Mêrdînê bûn, serpêhatiyên xwe vegotin û zilma bi serê wan hatin vegotin, kêliyên zehmet jiyan. Ji kesên 6 zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kirin heta yên dema ji bo wergirtina cenazeyê zarokê xwe çûn lê rastî cenazeyê birayê xwe hatin, gelek kes tev li panelê bûn. Axaftina tevan jî bi gotina “aştî” bi dawî bû.