5 sal in cenazeyê endamê HPG'ê nadin malbatê 2025-11-05 09:17:27 WAN - Cenazeyê endamê HPG'ê Kemal Selîmî yê ji rojhilatê Kurdistanê, 5 sal berê li Şirnexê di encama êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da. Ev bû 5 sal cenazeyê Selîmî bi îdiaya, "cenaze tune ye" nadin malbata wî.    Kemal Selîmî (Gelî Bêrîtan) ê HPG'î, di 2'yê Îlona 2020'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê, di êrişa Balafirên Hewayî ya Bêmirov (ÎHA) de jiyana xwe ji dest da. Tevî ku li ser mirina Selîmî re 5 sal derbas bûne, cenaze hêj nedane malbata wî. Piştî ku malbata wî agahiya mirina wî girtî, ji navçeya Salmas a bajarê Urmiyeyê ya rojhilatê Kurdistanê berê xwe da Şirnexê. Lê ji ber ku di serlêdanan de tu encam wernegirtin, vegeriyan Rojhilat. Malbata Selîmî ya ku ji bo cenaze bigire sê caran ji Rojhilat berê xwe da Şirnexê, her carê rayedarên dewletê, bi hinceta "Encamên DNA'yê derneketine" ew paşve şandin. Malbata ku zêdetirî 5 sal in li bende wergirtina cenaze ne, hêj tu encam wernegirtine. Ji ber ve yekê malbatê, parêzer girt û doz vekir.    Parêzerê malbatê daxwaznameyek ji Wezareta Dadê û Wezareta Karên Hundir re nivîsandibû û wezaretan di bersiva daxwaznameyê de gotibûn: "Doz berdewam dike û piştî temambûnê dê belgeyek fermî were dayîn." Lêbelê, tevî ku pênc sal derbas bûne jî, malbatê hîn jî cenaze wernegirtiye. Her çend ji malbatê re hatibû gotin ku "cenaze tune" lê nûçeya DHA'yê ya 18' ê Îlonê bi sernavê "Tîma kuştinê ya PKK'ê bi dronan hate îmhakirin!" vê îdiayê wan vala derdixîne. Di nûçeyê de wêne û nasnameya Kemal Selîmî û endameke din ê HPG'ê hatiye weşandin.   Birayê Kemal Selîmî Argeş Selîmî der barê pêvajoya 5 salan de axivî.   CENAZEYÊ KEMAL SELÎMÎ LI KU YE?      Argeş Selîmî diyar kir ku ew 5 sal li benda cenaze ne, lê hemû hewldanên wan bêencam mane û ev tişt got: "Di sala 2020'an de, birayê min di şerekî de jiyana xwe ji dest da. Wê demê pandemî hebû û pêvajoyek pir dijwar bû. Ez çûm Şirnexê da ku cenaze werbigirim. Lêbelê, ji min re gotin ku 'divê dê an bavê wî werin.' Bavê min miriye û diya min jî ji ber koronavîrusê nekarîn bên. Derfet pir kêm bûn û dijwar bûn. Axir, hûn ji welatekî diçin welatekî din û helbet zehmetiyê vê pir in. Ez dîsa vegeriyam Îranê. Piştre telefon kirin û gotin, 'hûn dikarin werin û xwînê bidin.' Ez çûm û min xwîn da û 4-5 meh şûn de telefon kirin û gotin encamê xwînê neyîni ye. Piştre me diya min bir û em çûn. Wan mînaka xwîna diya min girt û şeş meh şûn de, telefon kirin û gotin ku wan tu encam negirtine. Ev tiştekî pir balkêş bû. Wan cenazeyê kesê ku li heman cihî bi birayê min re jiyana xwe ji dest daye da malbata wî, lê cenazeyê birayê min li wir nîne. Ev çawa dibe? Çawa dibe ku du kes li heman cihî jiyana xwe ji dest bidin, cenazeyê yekî roja din bidin malbatê û yê din jî nedin. Wan her tim ji me re digotin, 'Em nikarin alîkariyê bikin' Em diçûn saziyên hikûmetê û me serlêdan her derê da.  Lê me qet bersivek negirt. Di dawiyê de, wan ji me re digotin, 'Em êdî DNA'yê ji we nagirin, mesref e."   'BÛYERÊ RONÎ BIKIN'       Selîmî, anî ziman ku tenê daxwaza wan ronîkirina bûyerê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Piştre me parêzerek girt û doz vekir. Em dixwazin bûyer were ronîkirin. Çima cenazeyê kesekî mirî nayê dayîn? Ger van kesan jiyana xwe ji dest dabin, çima cenazeyê yekî didin û yê din nadin? Pêvajoyek aştiyê hatiye destpêkirin. Hewce ye ku  cenaze jî li gorî rihê vê pêvajoyê bidin. Divê ew ronî bikin ka çi bi serê birayê min ve hatiye. Me di van pênc salan de tu bersiv negirtiye. Me parêzerek girt û gef li parêzer hat xwarin. Parêzer daxwaznameyek şand, lê hê bersiv nedane.  Daxwaza me ew e ku bûyer were ronîkirin. Ger kuştibin bila cenaze bidin. Ger we nekuştibe, bila ronî bikin û bersivek bidin me."   MA / Zeynep Durgut