ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2025’AN 2025-11-02 09:01:12   * Rojnameger Veysî Sarisozen diyar kir ku rêya xelasiya Tirkiyeyê ya ji şerê sêyemîn ê cîhanê, bi entegrasyona demokratîk a Abdullah Ocalan pêşniyar dike pêkan e.    * Endama Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye Ferîde Eralp, diyar kir ku ji bo civakîbûna aştiyê divê were nîqaşkirin û got: “Hewceye rê were dayin ku rêxistinên jinan û rojnameger bikarin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin.”   * Hevserokê DEM Partiyê yê Antalyayê Selamî Ozyaşar, diyar kir ku pêvajoya aştiyê dikare bi siyaseta demokratîk xurt bibe. Hevserokê TUAY-DER’ê Nazîme Bayhan jî got: “Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin.”    * Welatiyên Îzmîrê têkildarî hevdîtinên budçeya 2026’an ên li Meclisê destpêkirin axivîn û daxwaza heqdestekî bikarin debara xwe pê bikin kirin.    * ZIWAN-KURD ku li Sêweregê bi piştevaniyeke komunal hate avakirin, armanca dike ku li dijî polîtîkayên bişaftinê têbikoşe.    * Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî, didome.    * Komxebata “Em ji bo aştî û demokrasiyê dicivin, li ser derfetên têkoşînê diaxivin” ku ji hêla DEM Partî, EHP, EMEP, SMF, TÎP û TOP’ê ve tê lidarxistin, di roja duyemîn de li Odeya Endezyarên Makîneyê didome. (10.30-17.00)   * Lijneya Rêveberiyên Xwecihî yên DEM Partiyê dê li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê bi beşdariya Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan “Konferansa Demokrasiya Xwecihî” li dar bixe. (10.00-18.00) ZINDÎ   * Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk dê li Antalyayê bi gel re hevdîtinê li dar bixe. (13.00)