Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne 2025-10-31 09:04:00   WAN - Xelkê navçeya Tûşbayê, ji ber cihoka DSÎ'yê ya servekirî ku bêhna genî jê tê, nerihet in. Welatî bi salan e pirsgirêkê radigihînin, lê DSÎ heya niha ji bo çareserkirinê tu tişt nekiriye.    Cihoka Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ku di Taxa Seyrantepe û Taxa Altintepe ya Tûşba ya Wanê re derbas dibe, ji ber çopên lê tên rijandin û avên bermayî, bêhna genî jê tê. Welatiyên li derdorê ji ber bêhan ji cihokê tê êdî hew deyax dikin. Bi taybetî jî, havînê bêhna ji cihokê tê berbelav dibe û ji ber vê welatî nikarin derî û paceyên xwe vekin. Welatiyan diyar kir ku zarokên wan ji ber vê her roj nexweş dikevin.    'BILA VÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKIN'   Ji dikandarên taxê Nacî Ergîogûz diyar kir ku ev pirsgirêk bi salan e berdewam dike û got: "Ev pirsgirêk bi salan e heye. Karbidest bi salan soz didin, lê kesî tiştek nekiriye. Em nikarin li taxê bimînin, nemaze di mehên havînê de. Ji aliyekî ve bêhna çopê, ji aliyê din ve jî bêhna genî ya ji cihokê tê. Divê demildest çareseriyekê bibînin; divê demildest vê pirsgirêkê çareser bikin."   Bariş Oznur diyar kir ku cihê karê wî nêzîkî cihokê ye û ew 19 sal in di hawîrdoreke wiha de dixebite ku bêhna genî ji cihokê tê. Oznur, got: "Bi salan e ez pêşiya dikana xwe paqij dikim, bi derfetên xwe. Lê bi paqijkirina gilêş ev çareser nabe. Divê ev cihok bê girtin. Me serlêdan kir. Tu sazî nema me serî lê nedaye, êdî em nizanin em ê li kê bigerin. Em nizanin em ê çawa ji vê pîsîtiyê xelas bibin. Çend roj berê mar ji cihokê derket. Êdî bi rayedar dengê me bibihîsin."    'EM NIKARIN XWARINÊ BIXWIN'   Ji şêniyên taxê Hamdî Pala bilêv kir ku ji zû de ye li vir dijî û bertek nîşanî nepaqijkirina cihokê da. Pala got: "Êdî em ji ber bêhnê nikarin xwarinê bixwin û çay vexwin."    Medya Palayê jî got: "Zarok di cihokê de wer dibin, ji bo tenduristiya zarokan nebaş e. Em dixwazin êdî çareyek bê dîtin."