Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Gavneavêtina îktîdarê pêvajoyê dixtimîne 2025-10-29 09:15:42   ESKÎŞEHÎR - Akademîsyen Yasemîn Ozgunê diyar kir ku îktîdarê li hemberî gavên hatine avêtin tiştên ji bo aştiyê pêwîst nekirine û got: "Sedema astengkirina pêvajoyê ew e ku desthilat gavên pêwîst navêje."   Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd li Qendîlê bi beşdariya berpirsên payebilind civîneke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de ragihand ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryar dane ku dest bi vekişîna hêzên xwe ji Tirkiyeyê bike. Di civînê de hat tekezkirin ku PKK pabendî biryarên kongreya 12'emîn e û pêdivî ye ku nêzîkatiyên qanûnî û siyasî werin nîşandan.   Zanyara Siyasetê û Akademîsyena Aştiyê Yasemîn Ozgunê ev gava dîrokî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxand.   Yasemîn Ozgunê destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd der barê aştiyê de bi biryar û cidî ye û divê desthilat tavilê gavan bavêje. Yasemîn Ozgunê got: "Heta niha gelek daxwaz ji Komîsyonê re hatine ragihandin. Me daxwaz kiriye ku siyaset neyê krîmînalîzekirin, girtiyên nexweş tavilê bên berdan û Qanûna Dijterorê (TMK) bê betalkirin. Divê ev hemû werin bicîhanîn. Berî her tiştî, divê qeyûm tavilê bên rakirin. Bi rastî jî xemgîn e ku tu gav nehatiye avêtin. Her çend rêxistinê ewqas gav avêtine jî, divê desthilat jî gavên pêwîst ji bo aştiyê biavêje. Sedema sekinandina pêvajoyê ev e ku desthilatê gavên pêwîst neavêtine."   Yasemîn Ozgunê destnîşan kir ku desthilat ne tenê di avêtina gavên ber bi aştiyê de bi ser neketiye, di heman demê de tezkereya şer di meclisê re derbas kiriye de û bi vê yekê di hawîrdorek ku tê de behsa aştiyê tê kirin de bêhêvîbûn çêkiriye. Yasemîn Ozgunê got: "Di budçeya 2026'an de, em dibînin ku budçeya şer bi berdewamî di bin navê parastinê de zêde dibe. Lêbelê, gelek karên lezgîn hene ku dikarin bi vê budçeyê werin çareserkirin. Bi taybetî di hawîrdorek ku tê de behsa aştiyê tê kirin, bi enflasyona ewqas bilind û bi mirovên ku di nav xizaniyê de ji bo jiyanê têdikoşin, veqetandina budçeyeke ewqas mezin ji bo çekan ne rast e."   Yasemîn Ozgunê wiha domand: "Divê daxwaz û şertên pêwîst ji bo aştiyê werin bicîhanîn. Divê şertên ku gelên tirk û kurd bi hev re bi azadî û wekhev bijîn werin danîn. Ev yek dê pêşî bi gavên pêwîst û dû re jî bi têkoşîneke demdirêj were bidestxistin. Her çend em li bendê ne ku hawîrdora demokratîk a pêwîst ji bo aştiyê were afirandin jî, em ji tayînkirina qeyûmê ji bo TELE1 xemgîn in. Her çend em ji bo rakirina siyaseta qeyûm têdikoşin jî, ev pratîk ne gavek rast an guncaw e ji bo aştî û demokrasiyê. Êrişên li ser şaredariyan û azadiyan, nemaze yên ku jin û kesên LGBTQ+ hedef digirin, divê di pakêta 11'emîn a reforma dadweriyê de tavilê werin rakirin. Ev rêzikname dê di hawîrdora heyî de şert û mercên pêwîst ji bo aştiyê neafirînin."   MA / Enes Beyaz