Girtiyê nexweş Çam, rojê 17 dermanan bi kar tîne 2025-10-28 09:05:26 SÊRT - Parêzera girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku tevî du krîzên dil jî serbest nayê berdan û rojê 17 dermanên cuda bi kar tîne, got: "Divê muwekîlê min tavilê were berdan ji ber ku berdewamiya înfaza wî mafê wî yê jiyanê dixe xetereyê." Mehmet Emîn Çam (73) ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire û tevî du krîzên dil jî daxwazên wî yên berdanê hatine redkirin, rewşa wî ya tenduristiyê her ku diçe xirabtir dibe. Çam ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Qubînê tê girtin û bêyî wesayîta astengdaran nikare biçe cihê serdanê û rojê 17 dermanên cuda bi kar tîne, nayê berdan.   Parêzer Nezahat Celenê diyar kir ku muwekîla wî bi pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî re têdikoşe û got: "Di mêjiyê muwekîlê min de ûr heye û ev ûr belav bûye. Aliyê wî yê çepê felcî ye û nikare bimeşe. Bi xetereya krîza dil re rû bi rû ye û berê jî du caran krîzê li dil xistiye. Her wiha gurçikên wî jî nerihet in. Muwekîlê min rojê 17 dermanên cuda bi kar tîne."    Nezahat Celenê anî ziman ku çendî Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê ku Çam di 25'ê Îlonê de sewqî wir hat kirin, rapora "sewqa wî ya ATK'ê guncaw e" daye jî muwekîlê wê hîn nehatiye sewqkirin.    'DIVÊ ÎNFAZA WÎ BÊ TALOQKIRIN'   Nezahat Celenê xala 16'an a Qanûna der barê Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê ya Înfazê bibîr xist û got ku xalên 17 û 56'an ên Qanûna Destûra Bingehîn jî mafê jiyanê û mafê tenduristiyê mîsoger dikin. Nezahat Celenê destnîşan kir ku rewşa heyî ya muwekîlê wê dide der ku divê înfaza wî demildest bê taloqkirin û got ku berevajî wê dê ber bi mirinê ve biçe.    Nezahat Celenê anî ziman ku neberdana Çam mafê wî yê jiyanê dixe xetereyê û got: "Divê înfaza ceza li gor rûmeta mirovan, mafê jiyanê û nirxên wijdanî bê kirin."    MA / Ozan Bayindir