Hevseroka Giştî ya SYKP’ê: Karê ewil ew e ku mafên kolektîf ên Kurdan bên naskirin 2025-10-27 11:07:32 STENBOL - Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglû bal kişand ser biryara vekişînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd û got: “Tekane karê ku divê cidî were kirin ew e ku Şertê Rêveberiyên Xwecihî ya Ewropayê bikeve meriyetê û ji bo vê çarçoveya yasayî were avakirin.” Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû, têkildarî daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya Kurd ku ragihand biryara vekişîna ji Tirkiyeyê dane. Feray Mertoglû, bi bîr xist ku ji sala 93’yan heta niha PKK’ê her tim ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya muzakere û demokrasiyê were çareserkirin, gelek caran agirbest ragihandiye û gerîla vekişandiye derveyî sînor. Feray Mertoglûyê, diyar kir ku lê her carê ev hewldan ji hêla dewletê û îktîdaran ve bêencam hatiye hiştin û got: “PKK, tevî tecrubeyên neyînî yên berê jî îro dîsa ji bo pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê veke û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, gaveke erênî û mînak avêt ku dikare pêşiya demokrasiya Tirkiye û Rojhilata Navîn veke.”    'PÊVAJO DI MERHELEYA MIJÛLKIRINÊ DE YE’    Bi domdarî Feray Mertoglûyê got ku avakirina komîsyonê û cihgirtina hemû partiyan a di komîsyonê de gaveke erênî ye lêbelê hêj di destpêkê de destûr neda jinên Kurd bi zimanê xwe biaxivin û got: “Nîşan da ku polîtîkaya mijûlkirinê dimeşînin. Ji bo li Ocalan ku muxatabê pirsgirêka Kurd e guhdarî nekin, hincetên cuda nîşan didin. Ev jî nîşan dide ku inyeta bloka faşîst gelek jî baş nîne. Bi aşkerayî pêvajo di merheleya mijûlkirinê de ye.”    'DIVIYABÛ BEREVAJÎ VAN TEVBIGERIYAN’    Feray Mertoglûyê, destnîşan kir ku hewceye gavên inyeta baş bên avêtin û ev gav wiha rêz kir: “Berdana girtiyên nexweş, berdana girtiyên cezayê wan qediyaye, rakirina tayînkirina qeyûman çendek ji van gavan e. Lê mixabin, bloka faşîst li şûna vê hewl dide muxalefetê ji hev parçe bike, şaredaran digire, qeyûman tayîn dike û hwd. Yên di mijara aştî û demokrasiyê de jidil, diviyabû tiştên berevajî van bikira. Û ji bo vê jî hewcehî bi guherandina yasa û destûra bingehîn jî nedikir.”    BAL KIŞAND SER ŞERTÊ RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ YA EWROPAYÊ    Feray Mertoglûyê, got ku heke îktîdar jidil be bila weke karê ewil Şertê Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê cîbicî bike û wiha pê de çû: “Bila şerhên heyî rake û xweseriya rêveberiyên herêmî nas bike. Mesele ne tenê avadaniya îdarî ya Komara Tirkiyeyê ye. Li holê pirsgirêka Kurd û Kurdistana hatiye parçekirin heye. Divê mantiqa ‘dijminatiya li Kurdan’ were guherandin û mafên kolektîf ên Kurdan bên naskirin. Wê demê dê pêşiya aştî û aramiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn vebe. Heta ev mafên kolektîf (ziman, çand, îdare, hiqûq) neyên naskirin dê mesele çareser nebe.”    ‘HEWCEHÎ BI ÇARÇOVEYEKE YASAYÎ HEYE’   Feray Mertoglûyê, got ku berevajî tiştên li jor destnîşan kiriye, tenê yek gavek pêşketin tune ye û wiha pê de çû: “Îktîdar li pey hesabên li Rojhilata Navîn û tunekirina destkeftiyên Rojava ye. Ji bo di hilbijartinê de jî bi ser keve navê ‘Tirkiyeya bêteror’ li pêvajoyê kir. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nêzikatiyeke herî biçûk a erênî jî nîşan nade. Karê herî cidî ew e ku şerhên li ser Şertê Xweseriyê yê Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê bên rakirin û çarçoveye yasayî yê mafên kolektîf ên Kurdan bê avakirin. Ev jî bi amadekirina destûreke bingehîn a demokratîk pêkan e.”    ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK   Feray Mergotlûyê, herî dawî bal kişand ser têgeha “entegrasyona demokratîk” û ev tişt anî ziman: “Entegrasyona demokratîk ew e ku her du alî hebûna hev nas bikin. Tişta esasî ya entegrasyon û asîmîlasyonê ji hev cuda dike ew e ku divê aliyê din bêyî şertekî deyne pêşiyê, hebûna aliyê din qebûl bike û ji bo vê hewl bide. Heke ev nebe, dibe ku rê li ber asîmîlasyonê veke.”   MA / Omer Îbrahîmoglû