Li Mûglayê keştî noqî avê bû: 14 kes mirin 2025-10-24 14:02:41 MÛGLA - Li Bodrumê keştiya penaberan noqî avê bû. Ji penaberên ketin behrê 2 jê hatin rizgarkirin û 14’an jî jiyana xwe ji dest dan. Xebatên lêgerînê yên ji bo 2 penaberan jî didomin.    Li navçeya Bodrumê ya Mûglayê keştiya penaberan noqî avê bû. Li devera Ada Burnuyê kesekî banga alîkariyê kir û li ser vê yekê komên ewlehiya qeraxê çûn cihê bûyerê. Komê, penaberê Efxanî ku alîkarî dixwest, rizgar kir.    Komên ewlehiyê li ser îfadeya penaberê hatiye rizgarkirin, di behrê de lêkolîn kirin û dîtin ku keştî noqî avê bûye. Penaberê Efxanî got ku 18 kes li keştiyê siwar bûn. Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de penaberekî din ê bi soberiyê xwe gihandî Girava Çelebiyê jî hate dîtin. Heta niha cenazeyên 14 penaber hatin dîtin û ji bo 2 penaberên din jî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatin destpêkirin.