Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome 2025-10-23 15:43:25 ENQERE - Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku piştî xwîn çû ser mejiyê wî hatibû entubekirin a li beşa çavdêriya awarte didome. Hêj jî xetere li ser jiyana Aykol heye.  Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin. Di dema tedawiyê de enfeksiyonê sihên Aykol girt û tedawiya wê didome. Tê plankirin ku sibe tomografiya Aykol were kişandin. Hat destnîşankirin ku xetereya li ser jiyana Aykol berdewam dike.