Li Sêrtê doza tecawizê: Daxwaza girtina faîl hat redkirin 2025-10-23 14:57:54 SÊRT - Di danişîna jinûvedarizandina cerdevan Îzettîn Yardim de ku ku li navçeya Dihê bi awayekî sîstematîk Z.Ç. tecawiz kiribû, mexdûr Z.Ç. û parêzerên wê xwestin faîl were girtin lê ev daxwaz hate redkirin.   Welatiya bi navê Z.Ç. ku li gundekî navçeya Dihê ya Sêrtê dijiya, di sala 2003'yan de bi awayekî sîstematîk rastî tecawiza xezûrê xwe yê cerdevan Îzettîn Yardim hat. Di danişîna doza Z.Ç.'yê de dadgeha herêmî ji bo faîl biryara beraetê da. Dadgeha Îstînafê jî biryara beraetê ya dadgeha herêmî betal kir. Li ser vê yekê doz jinûve li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê hate lidarxistin. Faîl Îzettîn Yardim ku ji sûcê "îstîsmara zayendî ya biwesf û êrişê" tê darizandin, ji Edliyeya Dihê bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Z.Ç. û parêzerên wê di danişînê de amade bûn. Her wiha endamên Komîsyona Mafên Jinan ên baroyên Sêrt û Êlihê, Wekîla DEM Partiyê Sebahat Erdogan Saritaş, aktîvîstên TJA'yê û gelek jin jî tev li danişînê bûn.    DAXWAZA GIRTINA BERSÛC     Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Z.Ç. axivî û xwest ku dosya jinûve were lêkolînkirin û Îzettîn Yardim ji sûcê "îstîmara zayendî ya biwesf" were girtin.     Parêzera Z.Ç’ê û Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Sêrtê Zozan Akdogan Nas jî bibîr xist ku muwekîla wê di 15 saliya xwe de bi “îstîsmara zayendî ya biwesf” re rû bi rû maye û daxwaza girtin û cezakirina bersûc kir. Parêzera Z.Ç’ê Nezahat Celenê jî destnîşan kir ku divê Îzzettîn Yardim ji ber sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf” bê cezakirin. Gulbahar Kayayê diyar kir ku muwekîla wê ji ber “tirs” û “şermê” neçar maye ku tecawizê veşêre û ji serokê dadgehê re got: “Hûn bi pêkanîna edaletê û rehetkirina wijdana raya giştî erkdar in. Ez dixwazim ku bersûc di asta herî bilind de bê cezakirin.”    DADGEHÊ DAXWAZA GIRTINÊ RED KIR     Piştî parastina parêzeran, şandeya dadgehê biryara xwe aşkera kir. Dadgehê biryar da ku bersûc negirtî were darizandin, kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û danişîn taloqî 30'ê Kanûnê kir.    DAXUYANIYA PIŞTÎ DANIŞÎNÊ   Piştî danişînê, li baxçeyê edliyeyê daxuyanî hat dayin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Sêrtê Zozan Akdogan Nas di daxuyaniyê de got: "Biryar hat dayîn ku di dosyayê de babetên kêm hene. Em ê dosyayên weke dosyaya Z.Ç.’ê bişopînin. Ji bo wijdana civakê rehet bibe, ji bo edalet pêk bê û ji bo êdî li vî welatî jin û zarokên keç neyên tecawizkirin, dê têkoşîna xwe bidomînin."   Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.