'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin' 2025-10-23 09:08:28   AMED - Nûnerên wêjeya Kurdî yên ku li Fûara Pirtûkan a Amedê bi xwendevanên xwe re hatin cem hev, diyar kirin ku ew hewl didin pêşî li asîmîlasyonê bigirin û gotin: "Divê weşangeriya Kurdî li dijî asîmîlasyonê bi awayekî xurttir bê piştgirîkirin."   Fûara Pirtûkan a Amedê ku îsal cara 9'emîn li Amedê tê lidarxistin, bi standên ku ji hêla weşanxane û rêxistinên civaka sivîl ve hatine danîn, mêvanan pêşwazî dike. Fûar ku dê heta 26'ê Cotmehê berdewam bike, nivîskar, weşanxane û xwendevanên ji herêmê tîne cem hev. Standên weşanxaneyên ku pisporê ziman, wêje, dîrok û perwerdehiya Kurdî, bi eleqeyeke mezin re rû bi rû ne. Mêvan derfetê dibînin ku berhemên nûçapkirî lêkolîn bikin û bi nivîskarên Kurd re bên cem hev. Nivîskarên ku beşdarî fûarê bûn anîn ziman ku parastin û pêşxistina ziman yek ji warên herî girîng ên têkoşîna li dijî asîmîlasyonê ye.   Nivîskar Nezîr Ocek diyar kir ku nivîsandina bi zimanê Kurdî cureyeke berxwedanê ye li dijî asîmîlasyonê û got: "Em hewl didin ku bi nivîsandina bi zimanê Kurdî pêşî li asîmîlasyonê bigirin. Gelê Kurd niha ne tenê bi asîmîlasyona derveyî re, di heman demê de bi otoasîmîlasyonê re jî rû bi rû ye; xwe bi xwe dide jibîrkirin. Em tovên zimanê xwe di axê de diçînin. Ez ji bo zarokan pirtûkên perwerdehiyê dinivîsim, her wiha li ser mîtolojî û olê xebatan dikim. Dayik dibistana seretayî ya zarok e. Ger dayik bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxive, ew ê li dibistanên pergalê jî bi hêsanî ziman ji bîr nekin. Zarokek ku bi zimanê xwe yê dayikê mezin dibe, nasnameya xwe bi hêztir diparêze."   Nivîskar Fadil Bedîrxanoglû ku diyar kir ku nivîsandina bi zimanê Kurdî berpirsiyariyeke pîroz e, got: "Ez nivîsandina bi zimanê Kurdî wekî erkeke pîroz ji bo têkoşîna li dijî asîmîlasyonê dibînim. Min Quranê wergerandiye Kurdî. Beşeke mezin ji gelê me pirtûka pîroz dixwînin lê wateya wê nizanin. Ji ber vê yekê me ew wergerandiye. Ev xebat hem xizmetek li dijî asîmîlasyonê ye û hem jî rêyek e ku peyama Xwedê bi zimanê gelê me bigihîne. Gel bi wêje û zimanê xwe dijî; ev neynikên wê ne."    'DIVÊ EM LI SER KOKA XWE ŞÎN BÊN'   Ayten Xanê diyar kir ku divê ciwan bi zimanê xwe binivîsin û bixwînin û got: "Gotineke Kurdî heye; 'Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe.' Em jî hewce ne ku li ser koka xwe mezin bibin. Divê ciwan berhemên xwe bi zimanê xwe yê dayikê binivîsin. Divê xwendevan bi wî zimanî zanibin da ku berhem wateyeke civakî bi dest bixe. Fuarên wiha ji bo anîna ciwan û nivîskaran ba hev pir girîng in. Ez hêvî dikim ku ev çand li Amedê berdewam bike."   Wergêr Şerko Şanzem jî destnîşan kir ku divê ciwanên Kurd dîroka xwe hîn bibin û got: "Pirtûkên me bi piranî li ser dîroka Kurdistanê ne. Me berhemên wekî Şerefname û Herodotus wergerandine. Armanca me ew e ku ciwan dîroka xwe fêr bibin, zimanê xwe biparêzin û li dijî asîmîlasyonê bitêkoşin. Kurd yek ji gelên herî kevin ên vê herêmê ne. Em bi belgeyan nîşan didin ku Kurd di tevahiya dîrokê de hebûne. Divê ciwan bixwînin, xwe nas bikin û ji dîroka xwe haydar bin. Ji ber vê yekê, em ji her kesî re dibêjin ku pêdivî ye ku weşangeriya Kurdî bi awayekî xurttir were piştgirîkirin."   MA / Melîk Varol