ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN 2025-10-22 09:00:06   * Dadgeha Asliyeyê ya 7'emîn a Wanê, biryar da ku malbatên HPG'yiyan tazmînata ku Wezareta Karên Navxweyî daye leşkerekî di şer de birîndar bûye, bidin.    * Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê Ramazan Kaygisiz diyar kir ku qeydên kursên zimanê Kurdî dest pê kirine û ji bo xwedîderketina li Kurdî banga serlêdanê kir.    * Xizmên girtiyan diyar kirin ku li girtîgehan tevî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî zext berdewam dikin û bang li dewlet û desthilatê kirin ku gavên berbiçav bavêjin.   * Civaknas Osman Turgut diyar kir ku hebûna AMATEM'ê li Wanê ku ji bo kesên tiryakê bi kar tînin di warê xwegihandina dermankirinê de zehmetiyan dide der û got ku divê li bajêr demidlets navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin.   * Serokê berê yê Baroya Amed Mûstafa Ozer diyar kir ku divê dewlet di qanûnan de guhertinan bike û got: "Ger li Tirkiyeyê aştî tê xwestin, dikarin li ser efûyele giştî bifikirin."   * Zeynep Çîçek Ayrilmaz ku li Stenbolê atolyeyeke hunera hirî ya komunal vekiriye, diyar kir ku ew hewl dide bi rêya hunerê çanda Dêrsimê zindî bihêle û got ku xewna wê ya herî mezin li Dêrsimê vekirina atolyeyekê ye.   * Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û li beşa çavdêriya awarte tê ragirtin dê were şopandin.    * 9’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê dê di roja 5’an de bidome. (10.00-19.00)