Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e 2025-10-21 09:08:34   MÊRDÎN - Li Mêrdînê, çinîna tirî dereng dest pê kir. Li gel vê, îsal randiman jî kêm bû. Gundiyên ku ji mecbûrî li dijî hilberîna endustriyî têdikoşin, li benda alîkariyê ne.    Li Mêrdînê, demsala çinînê tirî (mehser) ku her sal di destpêka Cotmehê de dest pê dike, îsal dereng dest pê kir. Her çend di salên berê de çinîn bi atmosfereke cejnê dest pê dikir jî, lê îsal ji ber rewşa hewayê dereng dest pê kir. Her çend herêma Zinnar a li navçeya Artukluyê bi berhemên ji tirîyên mezrone hatine çêkirin dîmenên rengîn dide der jî, gundiyên ku dest bi hilberîna berhemên wekî benî, bastêq, dimsê kirine, zehmetiyan dikişînin. Her çend gundî ji bo ku bi lêçûnên zêde û bandorên demsala xirab re mijûl bibin, ew hewl didin ku bi hilberîna endustriyî r ejî bitêkoşin. Her çend hilberîna li gundan kêm dibe jî, zêdebûna bikaranîna maddeyên kîmyewî yên di piyaseyê de jî ji gundiyan re dibin sedema pirsgirêkan.    BERHEMDARÎ KÊM BÛYE   Îzettîn Başçi diyar kir ku li herêma Zinnarê hilberîn bi hezaran sal in di payîzê de dest pê dike û got: "Îsal, mîna hemû welêt, em zehmetiyan dikişînin. Zivistana sar li rezvanan xist û germahiya mehên bihar û havînê bandor li wan kir. Di encamê de, tirîyên rezan pir kêm bûne. Ne tenê ji bo me ye, lê ji bo kesên ku dixwazin van berheman bikirin û bi malbatên xwe re kêfê jê bistînin. Biha jî pir zêde bûne. Em ji bihayên bilind jî aciz dibin. Sedemeke din jî ew e ku em êdî nikarin kesekî bibînin ku vê yekê bike. Ciwan her çi dibe bila bibe naxwazin vê bikin. Em nizanin em ê çiqas karibin vê bikin. Dibe ku ev ji bo mehekê di salê de tê kirin, lê ew meh bi qasî salekê zehmet e. Ji ber vê yekê, ciwan jî vê nakin. Wekî din, dema ku berhemdarî kêm bibe, derdê debarê xwe dide der. Ji ber vê yekê kes naxwaze vî karî bike."   Başçi diyar kir ku ew dixwazin kevneşopiya mehseran a bi hezaran salan e bidomînin û jiyana xwe bi vî rengî bidomînin, lê ew nizane ew ê çiqas karibin bidomînin. Başçi, destnîşan kir ku di salên berê de bi sedan kesan li gundên xwe vî karî dikirin, lê niha tenê çend kes mane û got: "Tiştê herî girîng zêdebûna hilberîna endustriyî û kîmyewî ye. Ev tirî û gûz lêçûnek wan heye. Mesref zêde ne, lê li fabrîkeyan ne wiha ye. Mirov nikarin bi vê yekê re pêşbaziyê bikin, ji ber ku ew dikarin bi lêçûneke kêm hilberînin. Lê ji bo kesên ku dixwazin bi awayekî xwezayî hilberînin, ev ne wisa ye. Ev pirsgirêkeke mezin diafirîne."   Başçi destnîşan kir ku divê şaredarî û hikûmet piştgiriyê bidin hilberîneran û got ku hn teşwîq hene, lê hilberîner nikarin sûdê ji wan bigirin.    MA / Ahmet Kanbal