Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya 2025-10-20 19:57:14   WAN - Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ku ji bo Rojîn Kabaîşê dabûn destpêkirin, di roja 8'an de berdewam dike. Rektor Hamdûllah Şelvî ku ji bo bi xwendekaran re hevdîtinê bike hat cihê çalakiyê, ji ber pirsên xwendekaran reviya.   Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ku ji bo Rojîn Kabaîşê dabûn destpêkirin, di roja 8'an de berdewam dike. Xwendekarên ku li ber avahiya rektoriyê kom bûn, xwestin bi rektor re hevdîtin bikin. Li ser vê yekê Rektor Hamdûllah Şevlî bi parêzvanên xwe ve hat cem xwendekaran, lê xwest rojnameger û xwendekar qeydê negirin. Rektor, pirsên xwendekaran jî bêbersiv hişt. Xwendekaran bertek nîşanî vê helwesta rektor dan û di navbera parêzvanên rektor û xwendekaran de gengeşî derket û xwendekar ji aliyê parêzvanan ve hatin derbkirin. Li ser vê yekê rektor ji cihê hevdîtinê reviya û polîsan mudaxaleyî xwendekaran kir.   Çalakiya xwendekaran a li zanîngehê didome û xwendekar bi dirûşmeyên “Rektor îstîfa”, “Em rektor naxwazin” nerazîbûnên xwe nîşan didin. Her wiha hat zanîn ku parlementera DEM partiyê Gulderen Varli, endam û rêveberên Baroya Wanê, partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek kes ji bo piştgiriya xwendekaran berê xwe dan zanîngehê.