Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye? 2025-10-20 15:33:16   ENQERE - Jinan, ji bo ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê daxuyanî da û pirsa “Edalet li ku ye?” kirin.    Platforma Jinan a Enqereyê, ji bo ronîkirina mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê, li pêşiya Wezareta Dadê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Ne edaleta zilam, edaleta rast”, “ATK DNA’yan aşkera bike”, “Cînayetên jinan polîtîk in”, “Neparêze, veneşêre, kujeran bidarizîne” berz kirin û pankarta “Neparêze, veneşêre, bidarizîne, ji bo Rojînê edalet” hate hilgirtin.    Li ser navê platformê, Yagmûr Alaz Gulveren metna daxuyaniyê xwend û got: “Di rapora ewil a ATK’ê de agahî kêm hatine dayin, pirsên têkildarî mirina wê bêbersiv hatibûn hiştin. Di rapora zêdek de tenê çendek agahiyên teknîkî yên têkildarî mayina wê ya di bin avê de hatin dayin, xwediyên mînakên DNA’yê hêj nehatibûn tespîtkirin. Îcar, di rewşeke ewqas delîl li holê de ji bo dosyayê biryara bisînorkirinê hate dayin û ev jî nîşan dide ku naxwazin bûyer bê ronîkirin. Her çend piştî serlêdanên Baroya Wanê dozgerê duyemîn hatibe peywirdarkirin jî, hêj edalet pêk nehatiye.”    MAFÊN JINAN TÊN XESPKIRIN   Di berdewamê de Yagmûr Alaz Gulveren anî ziman ku rektoriya zanîngehê û emniyetê hewl daye bûyerê weke “întîharê” nîşan bide û wiha pê de çû: “Li vî welatî her roj herî kêm sê jin tên qetilkirin. Faîl tên parastin, bi hinceta başhalî û sorkirina neheq tên xelatkirin. Peymana Stenbolê di nîvşevekê de hate fesixkirin û yasayên ji hêla îktîdarê ve nedihatin cîbicîkirin, êdî bêhtir hatin terkkirin û bêhtir mafên jinan xesp kirin. Qanûna hejmar 6284 bi awayekî bandor nayê cîbicîkirin.”    CÎNAYET NAYÊN RONÎKIRIN   Yagmûr Alaz Gulveren bi bîr xist ku îktîdarê sala 2025’an weke “Sala malbatê” ragihandiye û tenê di 9 mehên ewil ên salê de 290 jin hatine qetilkirin. Yagmûr Alaz Gulverenê got: “Îktîdara AKP-MHP’ê ku soza parastina malbatê dide, tekane tişta diparêze pergala kujeran e. Kujerên jin û zarokan li kolanan bi rehetî digerin, cînayetên Rojîn, Gulistan, Rabîa Nazê nayên ronîkirin lê kedkarên mafê xwe diparêzin û xwendekar tên girtin. Ev wezareta em niha li pêşiya wê bi kêrî çi tê? Edalet li ku ye? Li vî welatî jin, dema ji bo wan biryara parastinê heyî jî tên qetilkirin. Jin, zarok, LGBTÎ + li tu cihekî di ewlehiyê de nînin.”    Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.