Komxebata ji bo ‘stratejî û polîtîkayên’ Kurdî sibe dest pê dike 2025-10-14 13:30:28 WAN - “Komxebata stratejî û polîtîkayên ji bo têkoşîna zimanê Kurdî” sibe dest pê dike. Endamê Komîteya Amadekar a Komxebatê Heval Dilbihar diyar kir ku ew ê encamên komxebatê weke daxwaza zimanê Kurdî pêşkeşî îktîdarê bikin.    Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) û saziyên ziman ên pêkhateya wê, dê di 15-16’ê Cotmehê de li Wanê “Komxebata stratejî û polîtîkayên ji bo têkoşîna zimanê Kurdî” li dar bixin. Komxebat, ji bo diyarkirina stratejiya ku Kurdî di qadên siyaset, wêje, çand, ekolojî, çapemenî, ol, bawerî, hiqûq, dîplomasî û di qada civakî de bê bikaranîn tê lidarxistin. Endamê Komîteya Amadekar a Komxebatê Heval Dilbihar anî ziman ku armanca wan a ji komxebatê ew e ku stratejî û polîtîkayên ziman diyar bikin. Dilbihar, got: “Armanca me ew e ku têkoşîna ziman a bi şîara ‘Her dem Kurdî, her der Kurdî’ ji hêla rêxistinî, hînkirin û sazîbûnê ve li her çar aliyên Kurdistanê belav bikin. Ji bo Kurdî heta niha gelek komxebat û konferans hatin lidarxistin. Lê mixabin ev komxebat û konferans piranî bi nîqaşên akademîk, fikr û raman bisînor man. Heta niha ji bo Kurdan bandoreke girîng nekirin. Di encama vê komxebatê de dê sazî û dezgehên Kurdî, stratejî û polîtîkayan diyar bikin.”    'EM Ê TÊKOŞÎNA ZIMAN LI KURDISTANÊ BELAV BIKIN’      Dilbihar, got ku ew ê têkoşîna ziman li her çar aliyên Kurdistanê belav bikin û ev tişt anî ziman: “Beşdarên komxebatê ji hemû saziyan û ji qadên bi navê Kurdî têdikoşin pêk tê. Bi taybet jî ji gel pêk tê. Gel ne tenê ji bo guhdarîkirin û çepikan tê wê derê. Dê bi nîqaş, rexne û pêşniyarên xwe ji komxebatê re sûdewer be. Di komxebatê de 8 kom hene. Dê komxebat bi zaravayên Kırmancî û Kirmanckî be. Komxebat ji bo me girîng e ji ber ku dê di encama van nîqaşan de biryarên girîng bên dayin. Lê ji ewil divê mekanîzmayek hebe ku van biryaran cîbicî bike. Daxwazên me aşkera ne; ji Kurdî re statu, mafê perwerdeya bi Kurdî, azadiya Kurdî û zindîkirina Kurdî ya li hemû qadan û di nava civakê de. Em dixwazin van daxwazan di bingeha hemû sazî û dezgehên Kurdî de bidin avakirin.”    'RÊYA RASTEQÎN A AŞTIYÊ JI STATUYA KURDÎ DERBAS DIBE’    Dilbihar, da zanîn ku ew ji bo Kurdî daxwaza statuyê ji dewletê dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Lê divê em di sazî û qadên xwe de jî statuya Kurdî cîbicî bikin. Ji ewil divê di şaredarî, saziyên çand û hunerê, di qada polîtîk û di hemû saziyan de perwerdeya bi Kurdî hebe. Divê ji ewil em di nava xwe de Kurdî birêxistin bikin. Em ê encamên komxebatê bigihînin îktîdarê û jê re bibêjin ku ev daxwazên gelê Kurd in. Em ê bibêjin; heke bi rastî jî daxwazeke we ya ji bo aştî û civakeke demokratîk hebe, wê demê divê hûn van rastiyan bibînin. Ji bo statu û perwerdeya Kurdî di her qada jiyanê de bijî, em ê bibêjin divê hûn gavên hiqûqî biavêjin.”