Xelkê Wanê: Rojîn ezmûna edaletê ya vî welatî ye 2025-10-14 13:16:56 WAN - Welatiyên Wanê diyar kirin ku geşedanên di dosyaya Rojîn Kabaîşê de nîşaneya wê ye ku li welat edalet û hiqûq tune ye û xwestin faîl tavilê bên dîtin.    Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş, di 27’ê Îlona 2024’an de ji wargehê derket û cenazeyê wê 18 roj piştre hate dîtin. Piştî demekî dirêj, Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora xwe ya têkildarî Rojîn Kabaîşê ji dosyayê re pêşkeş kir ku niha yek ji mijarên herî zêde li ser tê axaftin e. ATK’ê, piştî serlêdanên sûc ên baroyên Amed û Wanê di 10’ê Cotmehê de rapora xwe li dosyaya lêpirsînê zêde kir. Di raporê de mînakên du DNA’yan ên aydê du mêran hatin tespîtkirin. Ji van DNA’yan yek jê li ser sing û yê din jî di vajînayê de hate tespîtkirin. Bi raporê re îxtîmala êrişa zayendî zêde bû. Li hêla din tevî ku cihê DNA’yê hatiye tespîtkirin jî ATK’ê ev agahî 9 mehan dereng vehêland û vê jî rê li ber bertekan vekir.    Me ev mijar ji xelkê Wanê pirsî û wan jî xwestin faîl bên girtin.    JI BO ROJÎNÊ EDALET     Sema Buyuk ku li Zanîngeha Yuzuncu Yilê dixwîne, diyar kir ku li kampusa ku tu tevdîr nehatine girtin de nexweşxaneya diranan heye û her kes dikare têkeve wê derê. Sema Buyukê got ku ji bilî kontrolkirina nasnameyan tu tevdîrên ewlehiyê tune ne û wiha domand: “Rojîn hêj nû hatibû bajarê me. Di nava hefteyekê de hate qetilkirin û gotin ‘întîhar’ kiriye. Baş e ku bavê Rojînê bêdeng nema û salekê li pey ket û dev jê berneda. Ez ji bo Rojînê edaletê dixwazim.”    'ZEXTA CIVAKÎ RASTÎ DERXIST HOLÊ’     Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Siya Akgun jî got: “Piştî zexta civak û jinan ATK’ê jinûve rapor amade kir. Di encama vê de derket holê ku mijar cînayet e, êrişa zayendî ye. Ev saleke her tim hewl didin di bin navê întîharê de veşêrin. Dibe ku faîl niha di bin daîreya min de rûnê. Dibe ku cîranê min be ku ez her roj dibînim. Divê faîl bên girtin.”    HEWCEYE FAÎL BÊN DÎTIN      Xwendekara zanîngehê Viyan Dayan jî anî ziman ku ew xwe di ewlehiyê de hîs nake û wiha pê de çû: “Ji bo Rojînê em heta Amedê çûn û em bi malbata wê re axivîn. Ez ditirsim êdî li kolanan bimeşim. Ji ber ku faîlên Rojînê nehatine dîtin, bavê min her tim şîreta ‘dernekeve’ li min dike. Nikarim bi rehetî biçim dibistanê û nikarim bi hevalên xwe re rûnim. Divê jin bêhtir biaxivin. Ji ber ku heta ku em neaxivin em ê bêhtir bimirin.”   Enes Kaplan jî bi lêv kir ku ew xwe li tu cihekî di ewlehiyê de hîs nakin û got: “Heta ku faîlên Rojînê neyên dîtin, em gumanê ji her kesên derdora xwe dibin. Divê dewlet faîlan bigire û radestî darazê bike. Ev saleke ev agahî dihat veşartin û em vê qebûl nakin. Em li vî bajarî dijîn û nabe ku faîl di nav me de bigerin.”    'EM JI BO TÊKOŞÎNÊ AMADE NE’     Nûrcan Bozkurt jî bi lêv kir ku ATK’ê bi parvenekirina agahiyên di raporê de re pêvajo dirêj kiriye û got: “Ji bo ewlehiya hemû jinan divê faîlên Rojînê bên dîti. Em amade ne ku ji bo Rojînê têbikoşin. Em qebûl nakin ku ev bûyer bê nixûmandin. Divê tevdîrên baştir bên girtin. Xelk, ji bo zarokên xwe bide xwendin dişînine vê derê. Ji bo jin û zarokan divê tevdîrên ewlehiyê yên baştir bên girtin.”    'DIVÊ PERGAL BIGUHERE’    Kiyasettîn Atilgan jî got: “Agahiyên di raporê de piştî salekê bi raya giştî re hatin parvekirin. Ev yek nîşan dide ku li vî welatî ne edalet ne jî hiqûq heye. Heke li welatekî hiqûq tune be, ew welat welatekî têkçûyî ye. Li vê derê edalet tenê ji bo feqîran nîne. Zarokek malbateke xizan hatiye vê derê, li vir winda bûye û mafê wê nayê parastin. Ev nayê qebûlkirin. Heta ku ev pergal neguhere mixabin ev neheqî dê her bidomin.”