Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir 2025-10-13 13:30:39 ENQERE - Pedagogê Kanadayî Peter McLaren piştgirî da banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê û got: “Di demeke gelên Tirk û Kurd hewl didin peywira herî zehmet a dîroka mirovahiyê bicih bînin de em bi wan re bin.”    Akademîsyen û pedagogê rexnegir ê Kanadayî Peter McLaren piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. McLaren ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re nameyek şand û wiha bal kişand ser girîngiya aştî û diyalogê: “Ez wê wêrekiyê silav dikim ku gotin li şûna çekê hilbijart; piştgiriyê didim wan kesan ku biryar dan ku dîrok bi hibira aştiyê bê nivîsandin ne bi xwînê.”   ‘EZ VÊ WÊREKIYÊ SILAV DIKIM’     Peter McLaren wiha domand: “Ne weke otorîteyek li ser xaka navbera Dîcle û Tengava Stenbolê de diaxivim; weke şahidekî ji dûr ve diaxivim; weke entelektuelekî ku baweriya xwe bi wê yekê tîne; ruhê mirovan ji bo danîna diyalogê ava bûye ne ji bo zextê; divê mirov bi azadiyê bijî ne bi tirsê. Ji dil bawer dikim ku fikrê azad û nîqaşa demokratîk ne tenê ya neteweyekê ye; lêdana dilê hevpar ê mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê dengê xwe yê piştevaniyê ji bo wan kesan bilind dikim ku li binê tava Anatoliyê û li çiyayên Kurdistanê daxwaza aştiyê dikin. Ez wê wêrekiyê silav dikim ku gotin li şûna çekê hilbijart; piştgiriyê didim wan kesan ku biryar dan ku dîrok bi hibira aştiyê bê nivîsandin ne bi xwînê.   NIHA HÊVÎ HEYE   Ev kêlî, ev kêliya zirav, lerizî û pîroz bi silavdayinekê dest pê kir. Ev jest ewqasî ji rêzê bû ku yên henekê xwe pê dikirin ji nedîtî ve hatin; lê belê di heman demê de ewqasî kûr bû ku dikare çarenûsa gelekî biguherîne. Dema ku lîderê Partiya Tevgera Neteweperest Devlet Bahçelî destê xwe dirêjî siyasetmedarên Kurd kir, ne tenê bi tiliyan girt; her wiha pirek ji êşên bi salan derbaskirî ava kir. Û Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ye, dema ku 27'ê Sibatê Bang Aştî û civaka Demokratîk kir, gotinên wî weke kevokekê li ber bê ket û ji deryayê derbas bû; bi israra hêviyê, ne bi safbûyînê. Zêdeyî çil sal in gelên Kurd û Tirk bi zincîreke êşê ya ji şer, bêbawerî û windahiyan jiyan. Li çiyê deng veda, li xakê jî bi bêdengiya yên nikarin biaxivin giran bû. Ev yek birîneke vekirî ya di dilê Komarê de bû; tu înkarê nekarî vê birînê bipêçe. Û niha li vê derê ev hêvî heye. Piştî wê tarîtiya giran, paceyeke biçûk vebûye. Dengê wê berpirsyariyê tê bihîstin ku aştî êdî ne xeyal e.   EZ TEV LI VÎ DENGÊ HÊVIYÊ DIBIM   Li goşeya xwe ya dûr a li rojava, min xwest tev li vî dengê hêviyê bibim ku bi diyalogê destpê kir. Ne bi quretiya şîrovekarekî, lê bi dilnizmiya kesekî ku bi gerdûniya êşa mirovan zane bersivê didim. Ji ber ku ez dûr jî bim, min trajediya bi salên dirêj a vî şerî bi êş şopand; min dît bê çawa nifşan birîndar dike. Lê belê di vê berbanga hesas de dengê dibetiyekê heye; dengê hişyarbûneke ji deştên qedîm. Banga ji Îmraliyê hat, silavdayina li hev a dijberan, duayên bêdeng ên dayinên ku zarokên xwe spartine axê... Ev hemû senforiyeke wêrekiyê ye ku li ber bêhêvîtiyê radibin.   BILA CÎHAN VÊ YEKÊ JINEDÎTÎ VE NEYÊ Û EV DENG HÎN XURTIR BIBE   Bila cîhan vê yekê ji nedîtî ve neyê. Em hemû weke entelektuel, karker, helbestvan û siyasetmedar li gel gelên Kurd û Tirk bin ku vê wezîfeya herî zehmet a dîroka mirovahiyê hewl didin bi ser bixînin: Efûkirin, guhdarîkirina li hev û jinûve jiyana bi hev re. Bila ev yek ne tenê aştiya navbera du gelan be, bila bibe işaretek ji bo tevahiya cîhanê: Bila demokrasî ne malê yên xurt be, bila bibe soza hevpar a mirovahiyê. Çemên Anatoliyê bilindbûn û hilweşîna împaratoriyan dîtin; ji quretiya qralan û ji sebra gundiyan re şahidî kirin. Lê belê dibe ku niha şahidiyê ji tiştekî hîn mezintir re bikin; ne ji yên serketî re, ji avabûna aştiyê re. Bila ew deng hîn xurt bibe. Bila ewqasî xurt bibe û deng veda ku daholên şer bêdeng bike.”