Hamas û Îsraîlê dest bi pevguhertina dîlgirtiyan kir 2025-10-13 09:24:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Hamasê di çarçoveya peymanê de koma ewil a dîlgirtiyên Îsraîlî radestî Xaça Sor kir. Îsraîlê jî dest bi berdana hezar û 966 dîlgirtiyên Filistînî kir.     Di çarçoveya “Plana aştiyê” ya DYA’yê de li Xezeyê agirbest hate ragihandin. Bi agirbestê re di navbera Hamas û Îsraîlê de pevguhertina dîlgirtiyan dest pê kir. Hamasê, 7 dîlgirtiyên Îsraîlî di bin çavdêriya Xaça Sor de radest kir.    Navên dîlgirtiyên hatine berdan ev ev in; Matan Angrest, Alon Ohel, Guy Gilboa-Dalal, Gali Berman, Ziv Berman, Eitan Mor û Omrî Mîran.    Ji bo berdana dîlgirtiyan li Tel Avîvê bi beşdariya deh hezaran kesan çalakî hat lidarxistin. Her wiha li seranserî welat berdana dîlgirtiyan hate temaşekirin.    Hamasê ragihand ku li hemberî 20 dîlgirtiyên zindî dê 1900 girtiyên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de bên berdan. Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN’ê, dîlgirtî dê li Xezeyê, Deyr el-Belahê û Han Yunusê bên berdan.    ÎSRAÎL DÊ HEZAR Û 966 FILISTÎNIYAN BERDE    Bi berdana 7 dîlgirtiyên Îsraîlî re bi hemwext pêvajoya berdana hezar û 900 dîlgirtiyên Filistînî jî dest pê kir. Tevahiya dîlgirtiyan li otobûsan hatin siwarkirin û ber bi cihê ku dê lê werin berdan ve bi rê ketin. Ji van dîlgirtiyan 250 jê dê li Şerîaya Rojava, Quds û li welatên din; hezar û 716 jî li Nexweşxaneya Nasser a li Xezeyê bên berdan.    Hamasê ragihand ku dê saet derdora 10.00’ê beşeke din a dîlgirtiyan berde.