Dayikên Aştiyê yên şahidê komployê: Rojeke reş bû 2025-10-09 09:02:57 STENBOL - Dayikên Aştiyê ku di 9'ê Cotmehê de şahidê pêvajoya derxistina Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê bûn, diyar kirin ku pêvajoya komployê ji bo wan "rojek reş" ye.   Bîst û heft sal di ser derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê (9'ê Cotmeha 1998'an) derbas bûn. Piştî derketina ji Sûriyeyê, Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de, di operasyoneke hevbeş a rêxistinên îstîxbaratê yên navneteweyî de ji Balafirgeha Nairobiyê ya Kenyayê hat revandin. Di 16'ê Sibatê de, Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît derket pêşberî kamerayan û ragihand ku Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan ji dema ew anîne Tirkiyeyê ve li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê tê girtin.   Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ku piştî şewitandina gundên wan di salên 1990'î de neçar man ku koçî Stenbolê bikin û di dema şer de xizmên xwe winda kirine, pêvajoya komployê ya ku ew bûn şahidê wê, vegotin.   Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Feleknaz Karabaşê diyar kir ku piştî ku di sala 1994'an de gundê wan ê li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê hatiye şewitandin, ew koçî Stenbolê kirine û got: "Dema ku em li Stenbolê bûn, me xebera radestkirina Rêber (Ocalan) ji Tirkiyeyê bihîst. Em sê roj û sê şevan ji malên xwe derneketin. Me êşeke mezin kişand. Li kolanên Stenbolê xwepêşandan hebûn. Xesûya min sê rojan tiştek nexwar. Em îro vê êşê dikişînin."   Feleknaz Karabaşê destnîşan kir ku tevî hemû tiştên qewimîne jî, çareseriya pirsgirêka kurd û aştî hîn jî tê nîqaşkirin û got: "Divê em hemû ji bo vê aştiyê destê xwe dirêj bikin. Ji ber ku aştî rûmeteke mezin e. Îro Rêbertî bûye pêşengê aştiyê. Divê yên ku ji bo aştiyê diaxivin jî destê xwe dirêj bikin û gavekê biavêjin. Ev berxwedan bi mirin an girtinê bi dawî nabe. Me du sê zarokên xwe winda kirin, lê em dîsa jî dibêjin 'aştî'."   'ROJEKE GIRAN BÛ'   Dayika Aştiyê Sebîha Bozanê parve kir ku wan pêvajoya komploya navneteweyî bi rêya nûçeyên Med TV'yê şopandiye. Sebîha Bozanê diyar kir ku piştî ku di 9'ê Cotmehê de nûçeya ku ji Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin belav bûye, ew çûye HADEP'ê. Sebîha Bozanê destnîşan kir ku her kesê ku ev nûçe bihîstiye hatiye û atmosferek şînê serdest bûye û got: "Piştre, ez dîsa hatim malê û ji mal dernektim. Paşê, me hîn bû ku Rêbertî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Me dizanibû ku Tirkiye ewqas ne bihêz e. Me fêm kir ku ew bi komployeke navneteweyî hatiye radestkirin. Wê demê, Ecevît got 'Em jî fêm nakin ka çawa çêbûye.' Min nexwest şanesîna xwe vekim û mirovan bibînim. Hin kesan digot, 'Rêberê we hatiye girtin, her tişt qediya.' Rojek pir giran bû."   Sebîha Bozanê got: "Ew rojên tarî bûn, lê berxwedanê ev yek guherand. Rêbertî aştî û jiyana wekhev dixwest, heta di dema darizandinê de jî. Rêbertî digot 'Komara Demokratîk'. Ger ew bêdeng bimana, wê Rêbertî bikuştana. Em dayik her sal di wê roja tarî de cilên reş li xwe dikin û rojî digirin."   Sebîha Bozanê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Bahçelî got 'mafê hêviyê'. 'Mafê hêviyê' mafek e. Lêbelê, Erdogan hîn jî gavên qels diavêje. Em bang li Serokkomar dikin: Divê kes ji aştiyê netirse. Divê kurd û tirk wekhev û azad bijîn. Ji vê yekê kes zirarê nabîne. Ez hêvî dikim ku dewlet demildest tedbîran bigire. Wekî din, li meclisê komîsyonek hatiye damezrandin. Ger serokatî neyê û li meclisê di komîsyonê de neaxive, ev mesele çareser nabe. Divê ew vê pêvajoyê dirêj nekin."   ‘EM Ê AŞTIYÊ JÎ Û RÊBERTÎ JÎ BIBÎNIN'   Dayika Aştiyê Fatma Yilmazê diyar kir ku ew bûyeran ji televîzyonê hîn bûne û matmayî mane û got ku 9'ê Cotmehê ji bo wan "rojek tarî" ye û ji ber vê yekê wan reş girêdaye û rojî girtin. Fatma Yilmazê anî ziman ku berxwedanê encam daye û got: "Em li her derê bin, em li pişta Rêberê xwe ne. Me bedelên giran dane. Xizmekî me neh salan di girtîgehê de ma û pismamê min jî şehîd bû. Em li pişta vê têkoşînê û Rêberê xwe ne. Pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Parlamenterên me çûn û Rêbertî dîtin û bersiv û peyameke erênî anîn. Bi îzna Xwedê em ê hem aştiyê û hem jî Rêbertî bibînin."   ‘ME DIGOT QEY JIYAN QEDIYAYE'   Dayika Aştiyê Guler Bûgday ku ji navçeya Licê ya Amed koçî Stenbolê kiriye, got: "Wê rojê, cîhan li ber çavên me tarî bû. Di danê sibê de, me dîlgirtina Rêbertî û wêneyê wî yê di balafirê de dît." Guler Bûgdayê got: "Ew pêvajoyeke pir dijwar bû. Ji bilî vê, em li derveyî welêt bûn. Nêzîkî hefteyekê, me li çokên xwe xistin û meraq dikir ka dê çi bibe. Mirovan li gelek deveran xwe şewitandin. Em difikirîn ku jiyan qediyaye. Em bi saya berxwedana Rêbertî ji wê roja tarî xilas bûn. Rêbertî di bin şert û mercên tecrîdê de pêşeng bû. Rêbertî berdewam israra xwe ya li ser aştî, mirovahî û wekheviyê didomîne. Em baweriya xwe pê tînin. Kurd tunebûn, bi saya wî û bedêlên giran, cîhan niha kurdan nas dike. Rêbertî ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû beşên bindest ên cîhanê aştî û wekheviyê dixwaze. Em jî aştiyê dixwazin. Em ê heta dawiyê li pişt Rêbertî bin."    MA / Omer Îbrahîmoglû