Mehmet Uzun dê li Amedê bê bibîranîn 2025-10-07 11:17:31 AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê ji bo yek ji nivîskarên gewrê ya wêjeya Kurdî nivîskar Mehmet Uzun bernameya bîranînê li dar bixe.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê bi boneya salvegera wefata yek ji nivîskarên gewrê yê wêjeya Kurdî Mehmet Uzun, bernameya bîranînê li dar bixe. Bîranîn dê di 11’ê Cotmehê de bê lidarxistin. Bername, dê saet di 11.00’ê de bi torena li ser gora Mehmed Uzun a li Goristana Mardînkapiyê dest pê bike.    Piştre jî dê saet di 17.00’ê de li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bi panel bê lidarxistin. Di panelê de dê aliyê wêjeyî û romannûsiyê yê Mehmet Uzun bê nirxandin. Moderatoriya panelê dê Esra Sadikoglû bike û nivîskar Zulkuf Ergun, Kenan Soylemez û Salih Qoserî jî dê sernavên “Di romannûsiya Mehmet Uzun de hewldana nêrîna modern”, “Di romannûsiya Mehmet Uzun de bandora dengbêjiyê” û “Sirgun û nivîskarî” bên nirxandin.    Bernameya bîranînê dê saet di 18.30’ê de bi pêşandana şanoya “Sirgun- Rûşa Pûç” bi dawî bibe.