Hikûmeta Demkî ya Şamê cejnên gelan tune hesibandin 2025-10-05 16:57:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di biryarnameya der barê cejnên fermî de, Newroz jî di nav de gelek roj û cejnên pêkhateyên Sûriyeyê ji nedîtî ve hat û ew rakirin.   Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê biryanameya bi hejmara 188'an a sala 2025'an a der barê roj û cejnên fermî de derxist. Di biryarnameyê de gelek roj û cejnên gelê kurd û gelên din ên Sûriyeyê hatin paşguhkirin û rakirin. Pêkhateyên Sûriyeyê, bertek nîşanî vê biryarê dan û gotin ku ev berdewama rêbaza dûrxistin û paşguhkirinê ye ku rejîma berê pêk dianî.   Di biryarnameyê de roja 21'ê Adarê ku Cejna Newrozê ye nehatiye destnîşankirin û li şûna wê biryara rejîma Baasê ku roja 21'ê Adarê kiribû Roja Dayikan hatiye bicîkirin.   Çendî UNESCO'yê di 2010´an de, Newrozê xistiye nav lîsteyên Mîrateya Çandî ya Nemadî ya Mirovahiyê û 21'ê Adarê wekî rojeke navneteweyî ji bo pîrozkirina wê destnîşan kiriye jî, hikûmeta demkî şopa rejîma berê ya Sûriyeyê didomîne. Rejîma berê di sala 1988'an de biryarnameya bi hejmara 104'an derxistibû û 21'ê Adarê wekî "Roja Dayikan" destnîşan kiribû.   Di biryarnameya nû de cejna Akîto, cejna neteweyî ya Suryanî, Asûrî û Kildaniyan ku her sal di 1'ê Nîsanê de tê pîrozkirin û yek ji kevintirîn cejnên dîroka mirovahiyê ye, hatiye paşguhkirin.   Hikumetê çend cejnên neteweyî yên din ên Sûriyeyê jî paşguh kirine; bi taybet Roja Şehîdan ku di 6'ê Gulanê de tê pîrozkirin, roja ku Osmaniyan gelek rewşenbîr û çalakvanên Sûriyeyê li Qada Mercê ya Şamê bi darve kirine.