DFG: Bila kesên Nagihanê qetil kirin bên eşkerekirin 2025-10-04 11:37:58   AMED - DFG ku di salvegera qetilkirina wê de Nagihan Akarselê bibîr anî, xwest ku hêza li pişt kesên Nagihanê qetil kirine bê eşkerekirin û darizandin.    Komeleya Dicle Firatê ya Rojnamevanan (DFG), di salvegera qetilkirina wê de Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê ku di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li abjarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe hat qetilkirin, bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr anî.    Daxuyaniya DFG'ê bi vî rengî ye:   "Em rojnameger û nivîskar Nagihan Akarsel ku di 4ê Cotmeha 2022yan de li Silêmaniyê ji aliyê MÎTê ve hatibû qetilkirin, di salvegera 4emîn de bi rêz, hezkirin û hesret bi bîr tînin.    Em carek din dibêjin û daxwaz dikin ku ew hêza li pişt kuştina Nagihanê divê derkeve holê û kujer û ew hêz bên darizandin.    Divê kujerên Nagihanê viya jibîr nekin; çanda Çapemeniya Azad bi kuştinan tune nabe û wê her heqîqetê binivisîne û bi paş ve gavan neavêje. Çapemeniya Azad li pey mîras û xeyalên cangoriyê xwe ye û têkoşîna wan zindî û gerdûnî dike.    Nagihan bi xebat, nivîs û têkoşîna xwe di dilê jinan de, di dilê rojnamegeran û hemû gelên cîhanê de cih digire…    Em wek şagirtên Nagihanê bi nivîs û têkoşîna wê hin bêtir bi hişmend dibin, em ê qala têkoşîn û kesayeta wê ji gelên dinyayê re bikin. Em carek din soz didin ku wê têkoşîn û keda wê her zindî bimîne."